Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Erka parastina destkeftiyan ji ciwanan tê xwestin‘

HELEB – Yek ji fermandarên YPG‘ê bi navê Nûrî Yekta anî ziman ku erka parastina destekftiyan dikeve ser milê ciwanan û bang li hemû ciwanan kir ku di her qadana te têkoşîna xwe mezin bikin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li bajarê Helebê bi civînekê geşedanên dawî û rola ciwanan di vê qonaxê de ji ciwanên taxên Rojhilatê Helebê re şîrove kir.HLB-CIVINA-CIWANEN-TAXEN-ROJHILAT-LI-HELEBE (2)

Civîn li hola civînan a taxa Huloka Jêrîn bi amdebûna ciwanên taxên Rojhilat hate lidarxistin. Hola civînan bi wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala YPJ/YPG`ê, Kongreya Star, YCR û Tevgera Jinên Ciwan, hate xemilandin.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir, paşê yek ji Fermandarên YPG`ê yê bajarê Helebê bi navê Nûrî Yekta axivî û geşedaên dawî ku li herêmên Bakurê Sûriyê rû dide, her wiha û rizgarkirina bajarê Reqayê nirxand.

Yekta her wiha rewşa taxên Rojhilatê Helebê di dema êrîşên komên çekdar de û pîlanên ku li ser herêmê têne kirin destnîşan kir û wiha dom da axaftina xwe: “Şêniyên taxên Rojhilatê Helebê, di dema êrîşên komên çeteyê li ser taxê zehmeteiyên mezin kişand, û gelek kes ji ber êrîşan bûne qûrbanî.”

Yekta di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî:”Bi saya berxwedaniya şervanênê YPJ‘ê û YPG‘ê taxên Rojhilatê Helebêê hatin rizgarkirin, pişît rizgarkirinê, rêveberiya taxê radestî şêniyên wê hatin kirin da ku werin bi rêxistinkirin. Ji ber ku me Netewa Demokratîk ji xwe re esas digrtiyen, ev bû sedem ku welatiyê li derdora me kom bibin û destkeftiyan bi parêzin.”HLB-CIVINA-CIWANEN-TAXEN-ROJHILAT-LI-HELEBE (3)

Yekta di axaftina xwe de bal kişand ser rola ciwanan û tekez kir ku gerke ciwan erka ku dikeve ser milên wan hîn bêtir bi cih bînin û destkeftiyên taxê bi parêrizin.

Nûrî Yekta di dawiya axaftia xwe de got:”Ciwan nifşên pêşerojê ne û bingeha avakarina Neteweya Demokratîk û şarezan e, ew in ên ku pêşeroja me pêş dixînin. Li ser vê esasî  ez bang li hemû ciwanên taxên Rojhilatê Helebê dikim ku di her qadan de tekoşîna xwe mezintir bikin.”

(bx)

ANHA