Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erka wan ne tenê rizgarkirin e

Dîmen

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li gel erka xwe ya rizgarkirina sivîlan a ji hovîtiya çeteyan, bi wan re dibin alîkar û rewşa wan piştî rizgarkirinê dişopînin.

Pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hemû serkeftinên xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyêna a Xezeba Firatê, piştî gundekî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar dikin, alîkariya şêniyên wan gundan dikin.

Di dîmenên ku nûçegihana me ji eniyên şer kişandiye de. Şervanek di pijandina nan de alîkariya dayîkek dike. Şervan piştî rizgarkirina gundan li nava gundan digerin û rewşa welatiyan ji nêz ve dişopînin.

Di danûstandinên di navbera şêniyên gund û şervanan de, şêniyên gund destnîşan dikin ku çavên wan li hatina şervanan bû da ku wan ji zulma DAIŞ‘ê xelas bikin. Her wiha dayike din bi temenê mezin ji şervana re dibêje ku ew ê ji niha û şûn de baş e.

Dîmen: Alva Osê

(bb/dc)

ANHA

REQQA-SERVANEN-QSD-U-GUNDI1 REQQA-SERVANEN-QSD-U-GUNDI2