Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erka Xweparastinê mafekî rewa ye-2

Bi israr bi hev re tevlî heman dewreyê bûn

NÛRŞAN IBRAHÎM

KOBANÊ – Yek ji hêmanên sereke yên Neteweya Demokratîk parastina rewaye û bê parastin mirova nikare behsa Neteweya Demokratîk bikin. Parastina rewa di nava dîroka mirovahiyê de de bû ye yek ji rêbazên mayîndebûna civakê.KOBANE-DOSYA-ERKA-XWE-PARASTINE ‫(253231617)‬ ‫‬

Di vê beşê duyemîn ê dosya Erka Xweparastinê, em ê bal bikşînin ser serpêhatiya 2 biran ku tevlî yekem dewreya Erka Xweparastinê ya Kantona Kobanê bûn. Li gorî zagonên Erka Xweparastinê dema birayek di dewreyeke Erka Xweparstinê de cih digre, ji mafê birayê dine ku di dema wan jî a erka xweparstinê heye, ku erka xwe paş de bixin. Yanî bi gotineke din 2 bira bi hev re dikarin beşdarî heman dewreyê bibin.

Serpêhatî wiha destpê dike…

Her du bira Omer û Mahir Fethî Şêxo ji bajarê Kobanê ne, herdû birayan biryar dan ku bi hev re tevlî dewreya yekemîn a Erka Xweparastinê ya bi navê “Dewreya Şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê” bibin.KOBANE-DOSYA-ERKA-XWE-PARASTINE ‫(1)‬

Birayê mezin Omer Fethî birayê tevlîbûna xwe  û birayê xwe di heman dewreyê de, her wiha atmosfera ku dê 9 mehan erka xwe ya parstinê pêk bînin anî ziman.

`Ji bo tolhildana şehîdan em beşdarî heman dewreyê bûn`

Omer li ser erka xwe ya parstinê wiha got: “Dema Erka Xweparastinê li Kantona Kobanê hat raghandin, em gelekî kêfxweş bûn ji ber ku êdî em ê xizmeta welatê xwe bikin. Em ê xizmeta erdîngariya xwe bikin û parastina wê jî bikin. Yek ji sedemên sereke ku hîşt ez û birayê xwe tevlî heman dewreyê bibin, tolhildana ji bo  şehîdên komkujiya 25`ê Hizêranê bû ku dewreya me bi navê wê bû”.

Omer leşkeriya neçarî ya rêjîma rejîma Baas kiriye, lê birayê wî leşkeriya rejîmê nekiriye. Omer Di berdewama axaftina xwe ev tişt anî ziman:” Di du salên ku min leşkeriya rejîma Baas kiriye, me hîs dikir ku em tiştekî ji welatê xwe re nakin. Li hemberî wê jî li ser me dihat ferizkirin ku em biçin leşkeriya neçarî. Lê piştî em tevlî Erka Xweparastinê ya welatê xwe bûn, me cudahiyeke pir mzin dît. Balkêş e ku di Erka Xweparastinê de danûstandin di navbera şervan û fermandar bi awayekî asayî bû û dûrî desthiladariyê pêk tê. Di Erka Xweparastinê de rihê hevaltiyê hebû.ʺ

`Ez û birayê xwe bi israr beşdarî dewreyê bûn`

Tevî ku li gorî zagonên Erka Xwerparastinê ji mafê yekî ji hedû biraya ne ku dema xwe ya erka xweparstinê paş de bixin, lê lê ev yek li hemberî hezkirin û bi cih anîna Omer û birayê wî ne bû asteng û herdû bi hev re tevlî yekem dewreyê bûn. Omer Fethî têkildarî mijaêr wiha got:”Piştî Erka Xweparastinê li kantonê hat raghandin, min û birayê xwe birayar da ku em tevlî Erka Xweparastinê bibin. Lê Desteya Parastinê ev biryar û daxwaze me di destpêkê red kir û ji me re gotin, hûn herdû bira tevlî heman dewreyê nebin. Daxwaza wan ew bû ku yek ji me biçe, lê me israr kir ku em herdû erka xwe ya parstinê pêk bînin.ʺ

`Em her yek li cihekî hatin erkdarkirin`

Omer di berdewama axaftina xwe :”Piştî me perwerdeya xwe bi dawî kir, ez li bajaroka Sirînê wekî efeserkî leşkerî hatin erkdarkirin û birayê min jî li herêma Şêxlera Jêrîn hate erkdarkirin”.

Omer yek ji datên ku pir kêfxweş bû dema erka xwe pêk dianî wiha vedbêje:”Dema ez li ser erka xwe bûm, agahî gihîşt min ku zarokekî min çêbûye. Fermandariyê Erka Xweparastinê destûr da ku ez biçim mal tevî ku hîn demeke dirêj derbas nebibû, destûr dan min ku ez biçim kurê xwe bibînim.ʺ

`Parastin erka me ne`

Omer Fethî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kobanê kir ku tevkî Erka Xweparastinê bibin û wiha pê de çû:”Parastina welat erka me hemûya ne. Divê em hemû kera xwe pêk bînin û xwdî li xeta şehîdên xwe derkevin û parastina destkeftiyan bikin.ʺ

(kc/dc)

ANHA