Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erka Xweparastine mafekî rewa ye -3

NÛRŞAN IBRAHÎM

Ji mecbûrî leşkeriya rêjîmê kirin, bi dildarî berê xwe dan erka xwe parastine

KOBANÊ– Bi neçarî û bi salan xizmeta leşkeriya rêjîma Baas a Sûriyê dikin. Dema derfet bi dest wan ket vegeriyan ware xwe û parastina welatê xwe dikin.KOBANE-SERVANEN-ERKA XWE-PARASTINE2

Armanc Hecî ji şêniyên Kantona Kobanê ye. Di sala 1991‘an ji dayik bûye. Armanc Hecî leşkeriya rêjîma Sûriyê li Girtîgeha Seydnaya ya Şamê dike. Di sala 2012‘an de dema derfet bi dest wî ket, reviya û vegeriya warê xwe Kobanê û beşdarî dewreya yekemîn a Erka Xweparastinê bû.

Ehmed Bozan Îbiş (25) jî ji Kantona Kobanê ye, li piraniya parêzgehên Sûriya leşkeriya rêjîmê kiriye. Herî dawî vedigre warê xwe û beşdarî dewreya Erka Xweparastinê ya bi navê Dewreya Şehîdên Komkujiya 25‘ê Hizêranê dibe.

Armanc Hecî çîroka xwe ya di leşkeriya rêjîmê de wiha vedibêje: “Dema em sewqî leşkeriya neçarî ya rêjîmê bûn, em derbasî dewreyeke perwerdê kirin. Dewreya perwerdê li taxa Qabûn a paytexta Sûriyeyê Şamê bû û 6 mehan dom kir. Piştî perwerde me leşkertiya xwe li ber girtîgeha siyasî ya Seydnayê kir.”

Armanc got: “Rojekê, yek ji berpirsyarên rêjîmê bê suc û sebeb ez girtim û lêpirsîn bi min re kirin. Di lêpirsînê de pirsa endameke ji malbata min ku tevlî Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê bûye û şehîd bûye, kirin. Pirs kirin gelo ka li kuderê ye, paşê jî min derbasî girtîgeha Filistînê  ya paytexa Sûriya Şamê kirin û mehekê ez tê de hiştim.”KOBANE-SERVANEN-ERKA XWE-PARASTINE4

Armanc Hecî anî ziman ku wî 4 sal û nîv leşkeriya rêjîmê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên rêjîmê li ser esasê nejatperestî û cûdahî xistina navbera sinî, şiî, elewî û kurdî bi me re didan û distandin. Lê di Erka Xweparastinê de tu cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye, armanca hemûyan yek e ew e ku xak û rûmeta xwe biparêzin.”

Hecî da zanîn ku di leşkertiya rejîmê de wan gelekî zehmetî kişandiye û got: “Wan her tim desthilatdarî didan meşandin û ferman li ser me ferz dikirin. Lê di Erka Xweparastinê de, ev tişt tune ye û cudahî di navbera fermandar û şervanan de nîn e.”

Ehmed Bozan Îbiş 5 sal û 4 mehan leşkeriya rêjîmê kiriye. Piştî ku perwerde dibîne wî rêdikin herêma El Keswe ya paytexta Suriyeyê Şamê û tevlî gurûpa piyade ya heftemîn dibe.

Ehmed Îbiş anî ziman ku wî li piraniya parêzgehên Sûriyê, yên herêmên başûr û berav leşkeriya rêjîmê kiriye û da zanîn ku tenê li herêmên kurdî leşkerî nekiriye. Ehmed balkişand ku rêjîmê her tim ciwanên kurd li ciyên zehmet bi cî dike.

‘Fermanên wan giran bûn, yên li dijî derkevin dihatin girtin‘KOBANE-SERVANEN-ERKA XWE-PARASTINE1

Îbis anî ziman di leşkeriya rêjîmê de, fermanên giran dihatin derxistin û bi darê zorê divê were pêk anîn. Îbiş wiha dom kir: “Tu kesî nedikarî li hemberî biryar û fermanên wan derkeve. Eger yek fermanên wan pêk neyîne dihat girtin. Ji ber ku min di leşkeriyê de zagonên wan qebûlnedikirin ez xistim girtîgehê de û herî dawî ez û fermandarekî em bi hevketin û ez ji leşkeriyê reviyam.

‘Bi salan û ji mecbûrî me xizmeta rêjîmê kir, çima em ê xizmeta welatê xwe nekin‘

Ehmed û Îbiş ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve wan dibin leşkeriyê. Piştî ku ji leşkeriyê reviyan tevlî Erka Xweparastine bûn û beşdarî dewreya yekemîn a Erka Xweparastinê ya bi navê Şehîdên Komkujiya Kobanê bûne.

Ehmed û Armanc ji hezkirina wan a ji welat re bûn endamên dayîmî yên Yekîneyên Disiplîna Leşkerî yên Erka Xweparastine.

Ehmed û Armanc gotin: “Me rastiya cudahiya di navbera leşkeriya rêjîma Sûriya û Erka Xweparastinê nas kir, wekî çawa me dixwest, me di refên Erka Xweparastinê de dît, rihê hevaltiyê, danûstandinên di navbera şervan û fermandaran de, li vir desthiladarî tune ye, lê wekhevî heye. Bi salan û ji mecbûrî me xizmeta rêjîmê kir, çima em ê xizmeta welatê xwe nekin.”

(bb)

ANHA