Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erka Xweparastinê mafekî rewaye- 6

DOSYA

‘Ciwanên Kobanê berpirsyariya xwe ya li bermaberî welatê xwe isbat kirin‘

NÛRŞAN IBRAHÎM

KOBANÊ – Yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê yê bi navê Sefqan Amed diyar kir ku ciwanên Kobanê bi vîna xwe tevlî hêzên wan dibin û destnîşan kir ku hejmare endamên dewreya yekemîn balkêş bû.

Yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê yê bi navê Sefqan Amed têkildarî dewreyên perwerdê yên Hêzên Erka Xweparastinê yên Kantonê Kobanê û tevlêbûna ciwanan nirxandinên xwe ji ANHA‘yê re anî ziman.

Sefqan Amed destnîşna kir ku tevlîbûna ciwanên Kobanê nava Hêzên Erka Xweparastinê balkêş e û wiha got: “Bi rastî me wargeheke leşkerî ji bo perwerdekirina endamên dewreya yekemîn amade kiribû. Ev bargeh têra 100 kesan dike, lê em matmayî man dema me dît çawa hejmar zêde dibe, texmînên me ne di cihê xwe de bûn, 220 ciwan ji kantonê tevlî dewreya yekem bûn.”

Amed anî ziman ku ciwanên kantonê bi çoş û kêfxweşiyeke mezin tevlî nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di destpêka dewreyê de, rêziknameya hindirîn ya Erka Xweparastinê hat şîrovekirin, da ku endam sedema pêkanîna vê erkê nas bikin, paşê rojane di nava 3 seatên sibhê de dersên siyasî û bîrdozî li ser dîroka kurd û Kurdistan, dîroka Rojava dihatin dayîn, piştî perwerdeya bîrdozî me dest bi dersên leşkerî dikirin.”

Sefqan Amed bi bîrxist ku pêkanîna Erka Xweparastinê demeke wê ya diyar heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên Hêzên Erka Xweparastinê herêmên xwe diparêzin. Li vir biryar û qanûnên desthilatdariyê nîn e. Kesê fermandar fermanan li ser şervanan nake, ji mafê her kesî ye ku rexne bike. Di nav Hêzên me de gelek kesan leşkeriya rêjîmê kirine hene, ew şervan behsa cudahiya herduyan dikin, her wiha xwesteka xwe bi beşdarûna refên Erka Xweparastinê anî ziman, ev erk berpirsyareke dikeve ser milê her kesî ku xak û rumeta xwe biparêze.”

Fermandarê Erka Xweparastinê cudahiya di navbera Erka Xweparastinê û leşkeriya di nava Artêşa Sûriyê de wiha nirxand “Cudahiyeke mezin di navbera Hêzên Erka Xweparastinê û leşkeriya rêjîmê heye. Rêjîmê Sûriyê leşker wekî koleyan ji xwe re bi kar tîne û neheqî û heqaretî dide meşandin, lê di Hêzên Erka Xweparastinê de ev tişt nîn, pêkanîna Erka Xweparastinê di çarçoveya erdîngiriya ku şervan tê de jiyan dike de, pêk tê, yanî her endamekî Hêzên Erka Xweparastinê herêma xwe diparêze.”

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Kobanê Sefqan Amed axaftina xwe wiha bi dawî kir “Pêwîst nake ku em bang li ciwanan bikin da ku beşdarî refên hêzên me bibin, ji ber ku êdî ciwan bi xwe tevlî dibin, niha zêdetirî 100 ciwanî beşdarî dewreya pêncemîn bûne, banga me ji ciwanên derveyî welat re ew e ku vegerin welatê xwe û xaka biparêzin.”

(bb)

ANHA