Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erka Xweparstinê mafekî rewa ye- 1

Dîmen

Yekem Şehîdê Erka Xweparastinê li Kobanê

NÛRŞAN ÎBREHÎM

KOBANÊ – Erka xwparstinê mafê rewa û pîroz ê hemû zindiyan e. Ên nikarin parastina xwe bikin, dibin alavek di destê derdorên din de. Di rewşa ku niha li Rojava tê jiyankirin, ji mafê gelê Rojavayê ku xwe biparêze û erka xwe ya parstinê bi cih bîne. Civakên ku çekan ji bo parasitna xwe bikar tînin, mafê wan heye ku xwe biparêzin û bibe xwedanê jiyaneke azad û bi rumet.KOBANE-ANDAMEN-ERKEA-XWE-PARESTIN5

Li ser vî bingehê Meclîsa Zagonsaz a Kobanê di 4ʹê hizêrana 2016ʹan de qanûna erka xweparastinê ku ji 16 bendan pêk tê derxist. LI gorî qanûnê ciwanên ku temanê wan di navbera 18 û 30 saliyê de digre nava xwe.

Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê di 20ʹê hizêrana heman salê de yekem dewreya Erka Xweparstinê da destpêkirin. Beriya ku dewre destpê bike, ciwanan berê xwe dan navenda Erka Xweparstinê û navê xwe qeyd kirin, her wiha lênûsên xwe yên leşkerî wergirtin. Di dewreya yekem de 20 220 ciwan beşdar bûn. Dewereya ku 45 rojan dewam kir, liAkademiya Şehîd Kendal Efrîn a li gundê Xeros a li başûrê Kobanê hate vekirin.

Li gorî rêziknameyê endamên Erka Xweparstinê ku dewereya xwe bi dawî kirin, li gorî pêwîstiyan ji aliyê Fermandariyê li nava sînorê katnonê têne erkdarkirin û bi awayekî fermî dest bi erka xwe ya parstina gel û xaka kantonê dikin.KOBANE-ANDAMEN-ERKEA-XWE-PARESTIN2

Piştî dewreya yekem 4 dewereyên din jî hatin vekirin, dewreya herî dawî jî bi navê Dewreya Şehîd Osman Dadalî bi beşdarbûna 400 ciwanan di 19ʹê sibata derbasbûyî de hate vekirin.

Ajansa me ANHAʹyê dosyak berfireh li ser pêkanîna Erka Xweparastinê û dewreya wê yak u di 21ʹê Adarê de bi dawî bû, amade kiriye. Dosya ji çend beşan pêk tê. Di beşa yekem de Em ê bale bikşînin ser yekem endamê Erka Xweparstinê ku erka xwe ya parstinê pêk anî û bû xwe jî bû yekem Şehîdê Erka Xweparstinê li kantona Kobanê.

Yekem ciwanê ku tevlî dewereya yekem a Erka Xweparastinê bû û di qadên parstinê şehîd bû Zana Ebû bû. Zana Ebdo him yekem ciwanê ku tevlî Erka Xweparstinê bû hem jî bû yekem Şehîdê Erka Xweparastinê ku di qadên parstina kantonê de jiyana xwe dest da bû. Di şeveke tarî de çeteyan êrîş pêk anîn, Zana ehmûd Ebû (19) qebûl ne kir ku xaka bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, berde, wî jî hate gihişt asta nemiriyê li ber xwe û şehîd bû.KOBANE-ANDAMEN-ERKEA-XWE-PARESTIN3

Şehîd Zana Ebo kiye

Zana Mehmûd Ebdo 19 sal berê li gundê Xizêne ya başûrê Kobanê di malbateke ku ji 4xweîşk, 4bira, dayîk û bav pêk tê hate dine. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li diistanên gundê lê hate dine xwend, ji ber şerê li herêmê û êrîşên pêk hatin, dest ji xwendinê berda. Zana Ebdo bi temenê xwe yê biçûk jî dest bi kar kir da ku di aliyê aborî de alîkariya malbata xwe bike. Di temîrkirina erebeyan de kar kir û alîkariya malbata xwe kir. Zana her dem ji bavê xwe re digot, ez ê alîkariya te bikin û dê wekî birayên xwe yên din berpirsyariya malê rabike.

Di têkiliyan de nerim bûKOBANE-ANDAMEN-ERKEA-XWE-PARESTIN1

Zana ji zarokatiya xwe de di axaftin û têkiliya xwe de nerim bû, ji derdora xwe hez dikir, bi vê yekê hezkirina hemû kesên derdora xwe qezenc dikir. Her wiha hestyar bû û hezkirin bi derdora xwe reparve dikir, cihê Zana lê bû kêf û şahî lê hebû.

Ji rêxistinbûnê hez dikir

Zana ji zarotiya xwe ji displîn û rêxistinbûnê hez dikir. Di nava malbatê û li cihê kar de jî her dem bi dsplîn û rêxistinkiriî tevdigeriya. Dema di nava erka xweparsitnê de cih girt jî heman tişt derbasdar bû û her dem li gorî demê û bi displîn tevdigeriya. Zana Endamekî Partiya Kurd a Demokratîk a Kurd a Sûriyê bû. Di nava xebatên xwe yên partiyê de jî her dem li ser sozê bû bû di dema xwe de beşdarî çalakiyan û civînan dibû. Di hemû jiyana xwe de bi displîn û cidiyetê dihate zanîn.

Yekem ciwanên ku tevlî Erka Xweparstinê bû

Piştî ku Desteya Parastinê ya Kobanê biryara pêkanîna qanûna Erka Xwepastinê li katnona Kobaên da, Zana bi malbata xwe re civiya û ji wan re got ku em ê yekî ji endamên malbatên hilbijêrin ku erka xwe pêk bînin. Zana di nava malbatê de navê xwe pêşniyar kir û xwest ku tevlî erka xweparstinê bie. Ev yek bi israr ji malbatê xwest.

Dema qeydkirina navan li kantonê hate destpêkirin, Zane yekem ciwanê ku navê xwe qeyd dike. Bi rastî jî Zana beriya hemû ciwanan navê xwe qeyd kir û tevlî dewreya yekem a erka xweparastinê ya Kobanê bû. Zana lênûsa leşkerî ya yekem di kantonê de wergirt. Lênûsa Zana ya leşkeriyê bi hejmara 1 bû.

Di şerê li dijî DAIŞʹê cih girt

Yekem Endamê Erka Xweparstinê Zana Mehmûd Ebdo di gelek şerê li dijî komên çete yên DAIŞʹê de cih girt û parstina herêma Kobanê ji êrîşkaran kir. Di opersyona rizgarkirina Minbicê de cih girt û heta rizgarkirina Minbicê bi qehremanî li dijî çeteyan şer kir. Di Hemeleya Xezeba Firatê de beşdar bû û di dqadên herî pêş de şerê çeteyan kir û rola wî û hevalên wî di rizgarkirina geek gundan de hebû. Navbera ku ji fermandariyê jê re dihat qebûl ne dikir û bi isra dixwest di qadên şer de li kêleka hevalên xwe şerê çeteyên DAIŞʹê bike.

Stran digorin û murala şervanan bilind dikir

Zana ji stranan hez dikir û bi dengê xwe yê xweş dihate zanîn. Zana pir ji stranan hez dikir û bi stranên xwe muralê hevalên xwe bilind dikir. Her dem hevalên wî jê dixwestin ku stranan ji wan e bêje. Wî jî bi dengê xwe yê xweş di navbean de civet digerand û ji hevlên xwe yên şervan re stran digotin.

Zana tevlî birayê xwe û psmamê xwe strana Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla saz kirin. Ew yekem stran bû ku li ser Fermandara Ebû Leyla têgotin. Dema ku birayê wî û psmamê wî strana Fermandar Ebû Leyla distran, Zana ji wan dipirse heger şehîd bûm hûnê stranê li ser min bêjin.

Gotinên Zana girêdana wî ya bi xeta şehîdan ve nîşan dide. Dixwest ku di ber azadî û parstina welatê xwe de şehîd be.

Yekem şehîdê Erka Xweparstinê

Di 24ʹê kanûna 2016ʹan de noqteya Zana lê dimîne rastî êrîşa komên çete yên DAIŞʹê hat, zana û hevalên xwe li dijî çeteyan şer kirin û bersiva êrîşa çeteyan da. Şer giran bû, zana û hevalên xwe qebûl nekin paş ve vegerin  û li dijî êrîşa dijwar a çeteyan şer kirin. Her ku çû şer giran bû. Zana û hevalên xwe di bersivdayîna çeteyan de bi ser ketin û êrîşa çeteyan têk birin. Lê di vê şerî de hevalên xwe yê giran buhga Zana winda kirin. Zana di şerê berxwedanê de şehîd bû û bi vê yekê bû yekem şehîdê Erka Xweparsitnê ya katnona Kobanê.

Daxwaza wî pêk anîn

Birayê wî û psmamê Zana daxwaz wî pêk anîn û stranek bi navê ʺZana Ebdoʺ saz kirin.

(dc)

ANHA