Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ernaût yekem care bi nasnameya xwe beşdarî hilbijartinan dibin

TÎRAST CÛDÎ

ŞEHBA – Yekem care welatiyên Ernaût bi nasnameya xwe beşdarî hilbijartinan dibin. Ev gel ji aliyê rêjîma Baas ve hatin paşguhkirin, her wiha li ser destê çeteyên DAIŞ û Tirkiyê ve rastî kiryarên kuştinê hatin.

Ernaût, wekî gelek li Sûriyê jiyan dikin, di pîşeya nehas kar dikin. Ernaûtiyan ev kar ji dapîrên xwe wergirtine û neviyên xwe jî fêrî vê kar dikin. Eslê Ernaût vedigere welatê Albaniya an jî Belqanê. Dema ku Osmaniya welatên wan dagirkiribûn ev gel bi armanca ku li cihekê bi ewle bijîn, derbasî herêmên Sûriyê, wekî gundên Tat Humus û Cekeh yên Bakurê Sûriyê bûn. Ev gund niha jî bi niştecihên xwe yên Ernaût têne naskirin.

Gelê Ernaût dema serweriya rêjîma Baas, nasnameyan wan hatibû inkarkirin. Rola wan di her qadan de, hatibû tunekirin. Rêjîma Baas tevlîbûna wan a ji bo hilbijartinên herêmên û parlementoyê qedexe kiribûn. Qedexebû ku welatiyeke Ernaût xwe ji bo hilbijartinan hilbijêre anî jî dengê xwe bide. Lê Sîstema Federaliya Bakurê Demokratîk Sûriyê derfet da hemû gelan ku bi nasnameya xwe, xwe isbat bike.

Welatiyê bi navê Ebdullah El-Hisên yek ji namzetên hevserokatiya komînan li ser rola hilbijartinan û girîngiya ku her pêkhateyeke xwe isbat bike û dengê xwe bide, her wiha sîstema demokaratîk a li Bakurê Sûriyê silav kir û diyar kir ku ev sîstem nûnertiya pêşeroja tevahî gelê Sûriyê dike.

El-Hisên behsa zehmetiyên ku welatyên Ernaût di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de herêmên Şehbayê di sala 2013‘an de kir û wiha anî ziman:”Çeteyên DAIŞ‘ê li dijî gelê kêm-netew komkujî pêk di anîn. Sala 2013‘an li dijî welatiyên gundê Tat Humus ê nêzî bajaroka Ezazê komkujiyek pêk anîn. Ez û malbata xwe ji ber kiryarên wan me berê xwe de Kantona Efrînê.”

Ebdulah El-Hisên bal kişand ku gelê Ernaût di dema serweriya rêjîma Baas, çeteyên Koalîsyonê û DAIŞ‘ê de hatibûn başguhkirin û got: “Em gelekî başguhkirîbûn, di her aliyan de mafê me tunebû. Her kesî mafên me yên çandî inkar kiribûn.”

El-Hisên di berdewama gotinên xwe de, bal kişand ser tecrûbeya demokratîbûyînê ya li Bakurê Sûriyê û got ku projeya federal dê hêviyên gelê Sûriyê û kêm netew û hemû ol û mezheban bi cih bîne. El-Hisên got: ” Ev tecrûbe hemû pêkhateyan hembêz dike, banga biratiya gelan, nirxên jiyana hevbeş dike, gereke her kes vê îdeolojiyê ji xwe re esas bigire da em karibin ji vê aloziyê xelas bibin.”

Ebdulah El-Hisên di dawiya axaftinên xwe de, bang li gelên Herêma Efrînê û Kantona Şehbayê kir ku beşdarî hilbijartinan bibin da ku di vê pêvajoya dîrokî dengê xwe ragihînin.

(bb)

ANHA