Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êş û azarên koçberan li dibistana Tebqayê kom dibin

Dîmen

TEBQA – Li dibistana Şêwekarî ya Tebqayê 75 malbat bi hev re dimînin, lê ji ber nebûna destekdayînê û  taybet  di aliyê tenduristiyê de, di rewşeke xerab de dijîn.WEDHA ISA U KECA WE ZEHRA MIHEMED

Li gorî hejmariya Buroya Karûbarên rêxistinan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê niha zêdetirî 300 hezar koçber (125 hezar koçber li bajarê Tebqayê û 175 hezar li gundewarên wê) li Tebqayê dimînin.

Ev bûye 3 meh li ser rizgarkirina bajarê Tebqayê re derbas bû û niha bajarê Tebqa û gundewarên wê bûye herêma bi ewle ya koçberan.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê hewldide ku bajarê Tebqa û gundewarên wê birêxistin bike. Li aliyekî dîtir ve jî, koçberên xwe avêtine hembêza wan li gorî derfetên xwe pêdiviyên wan pêk tînin. Ev derfet têra koçberan nakin û niha li dibistana Şêwekarî (El-Finûn) 75 malbat bi hev re dijîn. Lê alîkariya lezgîn ji bo  wan, tendûristiye.

Koçberê bi navê Mustefa Ferec El-Şêx ê ji gundê El-Xecer ku dikeve rojavayê Tebqayê û gundê wî niha di bin dagirkeriya rejîma Sûriyê de ye. Rewşa wî ya tendûristiyê gelekî xerab e. Mustefa herdu lingên xwe û destê xwe yê rastê wenda kirin. Ev bûye zêdetirî 30 sal ku lingên sînaî bi kar tîne û destê wî yê çepê jî zû bi zû tevger nake. TEBQA-PISTI-RIZGARKIRINA-TEBQAYE-HINA-SIVIL-PISKIREKA-DIKISININ ‫(158532098)‬ ‫‬

Di heman çarçevê de Wedha Îsa ya ji herêma El-Debsî ku dikeve rojavayê Reqayê û niha di bin dagirkeriya rejîma Baas a Sûriyê de ye anî ziman ku keça wê Zehra Mihemed ji ber kêmasiyeke di aliyê tibî de ev bûye 7 sal di mejî de derbe xwariye.

Wedha di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku ev bûye du meh di ji aliyê tendurûstiyê de tu alîkarî nagihîje wan.

Her wiha keça koçbera bi navê (F.X.) jî astengdare  nikare bimeşe û ev bûye 4 sal keça xwe tedawî nekiriye.

Mehmûd Ibrahîm El-Şelaş ji herêma El-Debsî ye. Temenê wî 15 salî ye. Li ser zor û zehmetiyên ji ber topbarankirina rejîmê dîtine wiha got:ʺ Ji ber bombebarankirina balafirên rejîmê lingê min şikest û niha tu derfetên min nînin ku ez tedawiya lingê xwe bikimʺ.

(np)

ANHA