Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Eşîr û pêkhateyên Bakurê Sûriyê li dijî êrîşan banga xurtkirin hevgirtinê kirin

KOBANÊ – Li kantona Kobanê, li dijî pîlanên ku jiyana hevbeş û biratiya gelan a di navbera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê de hedef dike, her wiha bi armanca xwedîderktina li Berxwedana Serdemê banga xûrtkirina hevgirtinê  hate kirin.

KOBANE-ESIREN-EREBAN (2)

Kombûna Eşîreyên El-Bû Şaban li gundê Hac Hesen ê 50 km dikeve başûrê navçeya Sirîn a  herêma Firatê bi amadebûna şêx û rûspiyên eşîreyan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, TEV-DEM‘ê  hevdîtineke li dar xist.

Konê hevdîtinê bi wêneyên têkoşer Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên “Faşîzma Erdogan berdewama DAIŞ‘e, rihê Arîn û Avesta wê dengê jina azad ji cîhanê re ragihîne, bi berxwedana dayikên şehîdan Efrînê wê Ii ber xwe bide” hatibûn xemilandin.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, ji şêxên eşîreya El-Bû Şaban Şêx Hamid Ebdulrehman El-Ferec bi xêrhatina beşdar kirin û ev tişt anî ziman, “Bi navê eşîreyên Bakurê Sûriyê, em bi xêrhatina we dikin, em berxwedana Kobanê ku bibû bingeha têkbirina DAIŞ li Sirîn, Minbic, Reqa, Tebqa û tevahî Bakurê Sûriyê silav dikin. Her wiha em berxwedana bajarê aşîtiyê, bajarê Zeytûnê, warê Berxwedana Serdemê silav dikin. Çiqas em behsa vê berxwedaniyê bikin, axaftin kêm e. Em nikarin berxwedana zarokên Efrînê bînin ziman. Em ji Erdogan re dibêjin ku tehluke riya we ye, ji ber ku hêzên me wê bi serkevin, osmaniya ya ku hûn behsa wê dikin dema wê buhuriye û bi berxwedaniya Efrînê serdema venagere.”

Şêx Hamid Ebdulrehman El-Ferec bang li Koalîsyona Navdewletî ya şerê li dijî terorê û Rûsiya kir ku destwerdanê bike û rê li pêşiya komkujiyên Erdogan derheqê jin û zarokên Efrînê rawestîne û girîngiya hevgirtina gel û xwedîderktina li Projeya Neteweya Demokratîk ku Ocalan banga wê dike, destnîşan kir.KOBANE-ESIREN-EREBAN (3)

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Ferhad Dêrik jî komploya 15‘ê Sibatê şermezar kir û bal kişand ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê hemû gelên Bakurê Sûriyê hedef dike û got, “Dewleta Tirk her çiqas hewl da Sûriyê dagir bike li hemberî berxwedaniya gelê Efrînê û şervanan bi ser neket.”

Ferhand Dêrik di nava axaftina de yekbûyîna gelê Sûriyê destnîşan kir got, “Bi yekîtiya gelan, Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa û gundewarên Dêrazor hatin rizgarkirin, Efrîn jî bi wê yekîtiyê wê bi serkeve.”

Bi navê TEV-DEM‘ê Ayşe Efendî jî ev tişt anî ziman, “Dewleta Tirk li dijî Efrînê hemû çekên NATO bi kar aniye, ji ber ku pîvan û qanûnên şer binpê dike û komkujiyan derheqê jin û zaroka pêk tîne û mal û milkên welatiyan talan dike. Wekî din jî navendên xizmetguzarî û pîrozehan xirab dike û destdirêjiya li ser cenazeyên şehîdan dike.”

Ayşe Efendî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jin û anî ziman ku jinên Kurd ji berxwedana Arîn dersên berxwedan, têkoşîn û neqebûlkirina teslîmkariyê hîn bûn, jina kurd hemû jinên cîhanê ji terorê dibparêzin. Ayşa Efendî got, “Li hemberî komkujî û terora Erdoganî rêxistinên mirovî li kuderê ye?”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî diyar kir ku ew dixwazin tecrûbeya demokratîk a li Bakurê Sûriyê hatiye rûnişkandin ku ji tevahî Sûriyê re bibe mînak.

Muslim her wiha got, “Ji bajarê berxwedanê Kobanê ji Sirîn, Reqa, Minbic ji bo bajarê aşîtiyê Efrîn em ji her kesî re îsbat dikin ku gelê me yek, Tirkiyê û çeteyên wê nikarin fitin û fesadiyê di navbera me de derbixin. Em ê heta dawiyê ji bo pêşxistina projeya xwe ya demokratîk têkoşîna xwe dewam bikin.”

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Navçeya Sirîn Xedîce Hemo jî berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî faşîzmaya Tirkiyê silav kir û got ku Efrîn bûye mînaka berxwedanê.

Xadîce Hemo soza domandina xwedîderktina li Efrînê dûbare kir.”

(bb)

ANHA