Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Eşîrên Ereban: Çarenûsa me bi Netewa Demokratîk e

GIRÊ SPÎ- Rûspî û eşêrên bajarê Reqayê destekdayîna xwe ji QSD`ê re diyar kirin û dan zanîn ku piştî rizgarkirina bajar dê ji aliyê gel ve û bi riya Meclîsa Sivîl a Reqayê bê rêveberiya xwe bikin.

Li ser vexwendameya rusipiyê qebîla El-Fedian a ereban Mihemed El-Xenam, li gundê El-Zêdî yê girêdayî Silûk a kantona Girê Spî, civîneke fereh hat lidarxstin. Di civînê de hin Fermandarên QSD`ê, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, Endamê Komîteya Têkiliyên Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş û hin rêveberê din ên Meclîsê tevî bi sedan ruspiyên eşîrên ereb ên herêma Girê Spî û bajarê Reqayê hazir bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dstpê kir û paşê Endamê Buroya Têkiliyan a QSDʹê Şêx Hemed El-Şihade axivî û destpêkê bi xêrhatina mêvanan kir û got: ʺBi yek dengî û bi yek gotinê em dibêjin ku em di bin bane biratiya gelan de yek in. Em bi hem hêza xwe piştigriya şervanên xwe yên di qadên şer de dikin. Em hemû bi zarok, kalepîr û hemû beşên civakê fedekarê welatê xwe ne.ʺILHAM EHMED

Di berdewama civînê de Hevseroka MSDʹê Ilham Ehmed jî axvivî û got: ʺEv kêlî kêliyeke girîng û dîrokî ye. Hemû hêzên ku dijbertiya gelê Sûriyê kirin û xêr jê re ne dixwstin, niha pirpogandayan dikin û dibêjin ku gelê Sûriyê tenê dizane şerê hev bike. Bi gelek rêbazan van îdayan dikin û dixwazin gelê Sûriyê wekî dijberên hev nîşan bidin.  Dixwazin gelê me bighînin asta şerê navxweyî. Nakokiyên mezhebî û olî di navbera aliyan de derbixin.ʺREQQA-CIVINEKE-BERFIREH-JI-ELEN-REQQAYE- (2)

Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî got ku civînê wiha ku nûnerên hemû eşîreyan lê beşdar in bersiva herî guncaw a ji wan dijberan re ye û wiha dom kir: ʺDema hemû rûspî û hemû nûnerên eşîreyan li hev bicivin û rastiya xwe ya li ser esasê biratiyê û jiyana hevbeş nîqasş bikin, ev ji dijberan re bersive. Em vê keda we pîroz dikin û em hêvî dikin ku karên bi vî rengî dewam bike.  Rûspiyên herêmê yên di şerê DAIŞʹê hemû tişên xwe yên giranbuha dane îro li vir hazirin. Em keda wan ya yekîtiya glee Sûriyê silav dikin. Pêwîste em yekîtiya xwe ava bikin û Sûriya azad a demokratîk ava bikin.ʺ

Ilham Ehmed her wiha bal kişand ser hin îda û hewldanên rêjîmê yên di herêmê de û wiha dom kir: ʺRêjîma Sûriyê di riha hin kesna re peydaman dişînin ji gelê herêmê re û dibêjin ku ev rêveberiya hatiye avakirin demiye û ew ê dê vegerin wekî berê û herêmê bixin bin destê xwe. Em jî ji rêjîmê re dibêjin ku wî nikarîbû parstina gelê me ji komên çete bike, di şerê li dijî terorê jî nikarîbû parstina me bike. Berûvajî vê yekê, rêjîmê bi xwe balafir û tang li dijî gelê me bikar anîn. Malên wan topbaran û bomebabran kir. Hemû tiştên wan wêran kir. Em ji vir jê rêjîmê re dibêjin tu ne layîqî ku tu careke din vegere û herêmê bixe bin destê xwe. Vegera rêjîmê tu carî pêk nayî, ile bi şerta ku bi rêveberiyên herêmî yên heyî re nîqaş danûstendinê bike û fermî di aliyê siyasî de wan qebûl bike.wê demê û li gorî berjewendiyên gelê me em ê jê re bêjin ser çava. Lê heger xwest demê vegerîne û wekî berê herêmê dagir bike. Em qebûl nakin û em rê nadênê ku careke din xwîna gelê Sûriyê birjîne. Em ê rê nedin ku şerê Sûriyê-Sûriyê jî pêk were.  Hêzên YPG, YPJ û QSDʹê herêm rizgarkirine û dê gelê van herêman parstina xaka xwe bikin.ʺHEMED SIHADA

Ilham Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî got ku dê li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş bajar, gund û herêmên xwe ava bikin.

Di berdewama civînê de Endmaê Desteya Siyasî ya MSDʹê Hesen Mihemed Elî jî axviî û got ku civîna gelê heêrmê ya di bin heman konî de peyamek ji duniyayê re ye û wiha got: ʺEm ji wan re dibêjin ku em gelê Sûriyê ne û em dikarin yekîtiya xwe ava bikin û çarenûsa xwe diyar bikin. Sûriyê di demeke dîrokî re derbas dibe û hemû gelê Sûriyê dikare rêveberiya xwe bikin û yekîtiya xwe di bin duruşmeya jiyana hevbeş û biratiya gelan û Neteweya Demokratîk de de ava bikin.ʺ

Mihemed derbarê îdayên têne kirin ku rêjîm li pişt wan e ev tişt anî ziman: ʺGeê Reqa dîroka 3ʹê nîsana 2013ʹan jibîr nakin, di wê rojê de hêzên rêjîmê gelê me firotin çeteyan û ew bê parstin hiştin. Me gelek zehmetî kişandin, niha jî em nakokiyên xwe derbas bikin û em ê ji bo Sûriya pêşerojê tekoşîn bikin.ʺ

Di civînê de her wiha li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Îbrehîm Hesen axivî û got ku hemû hewldanên têne kirin dixwazin îradeya gelê Sûriyê binpê bikin û dixwazin tevlîheviyê di navbera aliyan de derbxin û wiha dom kir: ʺGelê Sûriyê dikare bi hev re di bin heman sîwanê de jiyan bike û nakokiyên xwe bi xwe çareser bike. Em dikarin sîwana demorkatîk û azad ji xwe re ava bikin.ʺHESEN MIHEMED ELI

Derbarê kar û xebatên ku Melcîsa Sivîl a Reqayê daye meşandin jî Hesen got ku Meclîsa Sivîl a Reqyaê gelek kar û xebatên xizmetgozarî daye ser milê xwe û pê de çû: ʺEm dikarin jiyana azad û demokratîk ji gelê xwe re pêk bînin. Şêniyên herêmên ku bi destê şervanên QSDʹê hatine rizgarkirin, dikarin erka rêveberina herêmê jî bigirn ser milê xwe. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawî şopdarên riya wan bin.ʺ

Di civînê de her wiha şêxê eşîreya El-Bûxemîs Hisên El-Raşid axivî û got: ʺBi zimanê Ingilîzî navê welat dikin ʹHomeʹ ev tê wateya malê. Ew dikarin me bidin koçberkirin, lê di nerîna gelê Sûriyê de mal nirxe û tu carî dest ji mala xwe bernadin.ʺ

Li ser navê Eşîreya El-Nesara Fewaz El-Bêk axivî û dstpêkê spasiya qebîleya Fedan ku civîn lidar xistiye kir û got ku destên qirêj ên veşartî hene ku bi rewşa herêmê dilîzin û dixwazin di nava gelê herêmê de tevlheviyê derbixin.ʺ

Li ser navî eşîrên Reqayê jî Şêx Ebû Dahaya axivî  û got ku ên dest ji welatê xwe berdan û çûn Tirkiyê ew li derveyî welatê me ne û wiha dom kir: ʺDi dema tengasiyê de derketin, dîrok vê şerma wan jibîr nake, şerme vegerin warê xwe.ʺ

Axaftina dawî ya civînê jî ya Endamê Fermandariya QSDʹê Kendal Silûk bû. Silûk da zanîn ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya eşîreyan bikin û bi yek destî li dijî hemû êrîşên li dijî herêmê tên derkevin.ʺ

Piştî axaftin bi dawî bû, xwarin ji beşdaran re danîn.

(dc)

ANHA