Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ev 15 sal in parçeyên entîke yên nihas berhev dike!

KAMÎRAN XOCE

MINBIC – Dema temenê xwe hê bi çûk bû ji parçayên kevin ên Baqilî (nihas)hez dikir ku dîroka wan parçeya vedigetre serdemên kevin û şaristaniya dewletên Ereb û biyanî. Komkirina parçeyan jêre bûye mereq û ev nêzî 15 salan e dest bi komkirina parçeyên kevin kiriye û li ser vê yekê dûkanekî xwe yê parçeyên kevin ên Baqilî û Kirîstal ku dişibe mozexaneyan, vekir.MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(1)‬

Welatiyê bi navê Rifeet Kibe ji şêniyên bajarê Minbicê ye, mereq dike ku parçe, amûrên Baqilî, Kirîstal û camên kevin kom bike. Li pir dewletên cihanê wek Baxdadê, Şamê, Umanê, Yemenê, Misirê, Hîcazê û Rûsiya hatibûne çêkirin. Her wiha hez dike ku parçeyên camên ji madeya Kirîstala resen kom bike.

Rifeer piştî 15 salan parçeyên kevin ji bazarên kevin ên Helebê, bazirgan û hin ji şêniyan dikirî, dûkaneke xwe bi çûk vekir da ku van tiştên dîrokî yên bi nirx têde pêşkêş bike. Parçeyên baqilî yên ku Rifeet komkirine û di dûkana xwe de nîşan dide ji du cureyên madeya baqilî pêk tên baqilê Zer û yê Sor. Hin parçe hene ji baqilê sor in lê bi madeyekê wek madeya Bafûnê (sipî)hetiye veşartin.MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094913)‬ ‫‬

Rifeet da xuyakirin ku komkirina parçeyên Kevin li ba wî mereq e û ji bazirganiyê zêde tir e. Ji 15 salan ve komdike û ti bazirganî bi van madeyan ne dikir. Tenê ji 7 mehan ve bi armanca bazirganiyê dûkanek vekir. Di dûkana wî de cureyên pir ji parçeyên Baqilî ku dîroka wê vedigere serdemên nû û kevin tên dîtin.

Rifeet destnîşan kir ku parçeyên Baqilî yên wek sêniyên sivreyê (sivresênî) bi Kg tên firotin û yên wek peykeran jî bi tek têne firotin, her yek li gor şêwazê çêkirinê ye.

Rifeet di dûkanê de ji nûçegihanê ANHA`yê re destnîşan kir ku, hin parçeyên ji madeya baqilê sor û hin berdaxên bi rengê sipî hatine veşartin hene, her wiha hin camên wek nergeleyan ku tenê bi destan hatine çêkirin. Di dûkanê de hin tabloyên bi destan hatine çêkirin jî hebûn, xwediyê dûkanê diyar kir ku ew tablo ne çêkirina ereban e, dibe ku li Rûsiya yan şîşan hatibin çêkirin.MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094915)‬ ‫‬

Di dûkanê de her wiha, parçeyên ji baqilê zer wek demjimêreke kevin ku xuya bû li dewletên Ewropayê hatiye çêkirin hebû. Satileke Şamî ku di serşokên kevin ên Şamê de dihatin bikaranîn û biroşên dişibin yên dûkanên nok û baqilfiroşan jî hebûn , lê hinekî biçûk bûn ku tenê di metbexan de wek dîmen datîn in, hebûn.

Di dûkanê de her wiha mertal (tiris) jî hebû, ku berê di şer de dihat bikaranîn. Lê di demên dawî de wek tabloyan di dawet û şahiyan de bihatin pêşandan (di semayên şêniyên Helebê û Şamê de ), her wiha xençerek ku li paytexta Ordinê Umanê hatiye çêkirin jî hebû. Li ser xençerê navê kesê çêker û dîroka wê 1956z li ser hatine neqşe kirin.

Di dûkana Rifeet de, qehwedank jî hebûn. Li dewletên cûda yên erebî hatine çêkirin, hin ji Baxdadê, hin jî ji şamê bûn. ji madeya baqilê ser , sor û hin jî bi rengê sipî hatiye veşartin, hatine çêkirin. Cureyên vîncanên qehweya teel jî hebûn.MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094916)‬ ‫‬

Rifeet wiha got: ʺWelatên Şamê ji aliyê çêkirina qehwedankên teel bi nav û denge, bi taybet a El-Mizel. Qehwedanka El-Mizel ya herî başe ji nav kehwedankên din. Dûkanek bajarê Dêrezorê ya Sûriyê heye nav qehwedankan çêdike. Li ser asta welatên ereban pir bi nav û denge.ʺ

Rifeet Kibe diyar kir ku her daqimek qehwedankên ku ji 6 parçeyên di ser hev re pêk tê ji ber ku baş hatine çêkirin bi 1000- 1500 Dolar tê firotin. li Dûkana Fifeet parçeyek ji qehwedankên El-Mizel hebû.

Di nav parçeyên Baqilî de (Nihas) hin berdaxên bi çûk ku li Hîcazê hatine çêkirin hebûn. Dema xelk diçû hecê bi xwe re ji welatê Hîcazê, Meka pîrok û Medîne Minewere danîn, da ku têde ava zemzemê ji mêvanên hecaciyan re pêşkîş bikin.MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094917)‬ ‫‬

Her wiha hin parçeyên nihasî yên ji Misirê bi şêwazên Fironî û hin camên kevin ku hin ji wan Kirîstala Şamî kevin e û temenê wê vedigere zêdetirî 50 salî  hebûn. Her wiha Kirîstalê Balçîkî û destarê qehwê ya bi destan jî hebûn.

Têkildarî parçeyên tek ên wek sivresêniya heyî ku li Meqribê hatiye çêkirin vedigere berî 70 salî. Dema munasebe û ezîmetên mezin çêdibûn xwarin li ser van sêniyan dihat danîn.

Di dûkanê de 2 parçeyên giran ên xençerên Yemenê jî hebûn. Xwediyê dûkanê diyar kir ew du xençer ne jib o firotinê ne, ew du xençer nayên dîtin û dîroka çêkirina wan kevinin û ger firotin jî nikare şûna wan xençeran dabigre, tenê wek dîmen di dûjanê de danîne. Her wiha diyar kir ku gelê Yemenê bi xençerê Yemenê bi nav û denge û ji xençerên din ên ereban cuda ye, ew hatine badan.MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094918)‬ ‫‬

Xençerê serê çekan a çerkesî jî di dûkanê de hebû. Kibe diyar kir ku naqvê vê xençerê Çerkesî nevekî xwe taybet heye lê di bîra wî de nemabû. Û got ku Ermenan li bajarê Helebê di demên dawî de, çekên wiha çêdikirin û diyar kir ku ev xençerê çekan resene û lib a Çerkesan hatiye çêkirin.

Di dawiyê de, Rifeet Kibe da zanîn ku ew parçeyan ji her kesekî nakire, heger navê nasnameya wî nasneke û nizanibe ji kuderê anîye nakirine, da ku yeqîn bike ku ew parçe ji ti cihan nehatiye dizîn.

(rr)

ANHA

MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094919)‬ ‫‬ MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094920)‬ ‫‬ MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(149094921)‬ ‫‬ MINBIC-CEKIRINA-TUSTE-KEVNAR ‫(1)‬ ‫‬