Têkilî | Derheqê me de

Ev bazar bûye meqseda gundiyan

Dîmen

KELSÛMA ELÎ LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO – Bazara “Kela El-Hadî” ya li navçeya Til Koçerê yek ji bazarên gelerî ye. Ev bazara ku piraniya dikanên wê ji kelpîçan hatine çêkirin bûye meqseda 50 gundên navçeyê.

Li navçeya Til Koçer ku dikeve başûr-rojhlatê kantona Qamişlo 50 gund hene ku bazar lê tune ne û ev gund dûrî navendên navçeyan in.GIRKE_SUKE_KELAT_HADI_DI_NAVBERE_GUNDEDE (1)

Hemwelatiyên van gundan ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane bikirin neçar diman ku berê xwe bidin bazarên Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê. Vê yekê jî zehmetiyeke li gel welatiyan çêdikir.

Çend ji bazirganên hêrêmê 3 sal berê bi hev re li navgîna van gundan bazareke nû vekirin û navê “Kela El-Hadî” lê kirin. Ev bazar nêzî Girê El-Hadî ye û navê xwe ji navê gir girtiye.

Ev bazar naşibihe bazareke din û dikanên wê ji çemento nehatine çêkirin. Lê gelek ji dikanên vê bazarê ji kelpîçan hatine çêkirin û hin jî wekî çadiran hatine amadekirin.

Li vê bazara hanê du xwaringeh, qehwexane, dermanxane, dikanên şêranî, şêkahî, fêkî, cil û berg, pêlav û gaz hene.

Aliyekî ji vê bazarê ji bo firotina sewalan hatiye veqetandin û li wir cihê serjêkirina pez û firotina goşt jî hene.2018_1_12_GIRKE_SUKE_KELAT_HADI_DI_NAVBERE_GUNDEDE-30453646--300x200

Di wêne û dîmenên ku nûçegîhanên ANHA’yê girtine de jî tê xuyakirin ku ev bazareke dewlemend e û bi sedan kes di nava wê re digerin û tiştên pêwîst dikirin.

Welatiyên gundên herêmê bi vekirina vê bazarê pir kêfxweş bûne, lê di zivistanê de hinekî zehmetiyan dibînin. Dema ku baran dibare zemîna bazarê ya ji axê hemû dibe herî, wê demê çûn û hatin zehmet dibe.

Xwediyên dikanan ji aliyên têkildar xwestin ku li rewşa bazarê binêrin û tedbîrên ji bo zivistanê bigirin.

(bx)

ANHA