Têkilî | Derheqê me de

Ev der Efrîn e, ne Iskenderona ye

HAT NÛKIRIN

AHÎN BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî salên dirêj ji piştgiriya dewleta Tirk ji komên çeteyên DAIŞ û Nusra re, îro projeya bi wan dabû destpêkirin, bi xwe didomîne. Dixwaze bi xwe Efrîn dagir bike û ji bo vê yekê çekên NATO bikar tîne. Rûsiya jî vê gava dewleta Tirk pîroz dike. Lê gotina şervan û gelê Efrînê cûda bû, li ber xwe dan û rê nedan ne komên çete berê û ne Dewleta Tirk niha karibin bikevin Efrînê. Ev berxwedana li Efrînê ku dijî hêza duyemîn a NATO pêk het ji Tirkiyê re got “Bes e ev der Efrîn e, ne Iskenderona ye”

Bi nêzîkbûna qonaxa çareserkirina aloziya Sûriyê û dawîkirina DAIŞ û komên terorist li piraniya herêmên Sûriyê, her wiha di dema ku rola hêzên herêmî û di serî de Tirkiyê di herêmê de kêm bû, Dewleta Tirk vê bi pêkanîna komkujiyan be jî pêk bîne.

Bi rizgarkirina herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê ku bi destê QSD’ê pêk hat, ji Tirkiyê re bû astengiyek ji xewnên wan a pêkanîna serdema Osmaniyan. Lewma xwest projeya Fedraliya Demokratîk ku li herêmên Bakurê Sûriyê pêk tê, têk bibe. Ev projeya ku wê bibe riya çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ku gelekî tevlîhev bûye pêk bîne. Li ser vî esasî Tirkiya ku bi piştgiriya xwe ya bi komên terorist re tê naskirin, bi xwe destwerdan kir. Piştî piştgiriya çenda salan ji komên çete re vê carê bi xwe êrîş pêk anîn.

Ev çend sal in Efrîn ji gelek aliyan ve hatiye çemberkirin û di serî de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve. Artêşa Tirk roja 20’ê çile  bi çeteyên xwe ve êrîşî Efrînê kir. Navê êrîşa xwe jî kirin “Çiqilê Zeytûnan” Armanca wan ew bû ku gelê herêmê bidin koçberkirin û herêm ji niştecihên wê vala bibe, dîmografiya herêmê bidin guhertin û alîgirên xwe li wir bi cih bikin.

Sê hefte di ser êrîşên de derbas bû, gelê Efrînê li kêleka şervanên QSD’ê li dijî êrîşên Artêşa  Tirk berxwedanek bê hempa nîşan didin. Artêşa Tirk beramberî vê berxwedanê nikare tu pêşketinan bidest bixe. Ev bersiveke xurt ji daxuyaniyên Erdogan ku digot ew ê êrîşeke bi lez û bi encam pêk bînin. Şêniyên Efrînê hîn jî bi hemû qehremniyê liber xwe didin û herêmên xwe diparêzin.

Çima Tirkiyê dixwaze Efrîn dagir bike?

Efrîn di aliyê cografî de pir girîng e, ji ber wê Dewleta Tirk dixwaze hebûna wê li wir hebe. Efrîn ji wan re dikeve herêmên di navbera Diri El-Firat (Bab, Ezaz û Cerblusê) parêzêgeha idlibê de, Tirkiyê dixwaze wan herêman bighîne hev, bi girtina Efrînê dixwaze çeteyên xwe bighîne hev.

-Girê Qesterê ya li navçeya Şera di ser Deriyê sînor ê Bab El-Selama ye.û di aliyê cografî de herêman dighîne hev, di heman demê de herêmên sînor ji aliyê Cerbalus a rojavayê Firatî û Derya Spî dighîne hev.

– Dewleta Tirk her wiha dixwaze li ser masê ji bo zextê li aliyan bike. Bi girtina Efrînê wê karibe parastina çeteyên xwe bike û hebûna wan li Sûriyê mayînde bike.

-Li aliyê din dixwaze sînaryoya Lîwai Iskenderona pêk bîne û herêmên Cerblus, Bab, Ezaz, Efrîn û heta Idlibê ji Sûriyê qut bike û bi ser xwe ve berde.

Di salên derbasbûyî yên şoreşa Rojava-Bakûrê de Efrîn cihê herî bi ewle bû, hêzên YPG parastina wê dikir û Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi hemû saziyên xwe ew herêm birêve dibir. Tevî hemû çembera ku li ser Efrînê pêk hate û bandora wê ya aborî Efrîn bû wargeha bi sedehazaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyê.

Berê jî gelek caran Efrîn rastî êrîşên çeteyan dihat. Ne tenê Cizîr û Kobanê, lê belê Efrînê jî para xwe ji êrîşên çeteyan dît. Ji Ezazê êrîşî Qestelê dikirin û dixwestin bigirin.  Di heman demê de ji aliyê Cindirêsê jî êrîşî hebûn.

Di cotmeha sala 2013’an de komên çete cara yekem êrîşî Efrînê kirin, wê demê êrîş bi serkêşiya çeteyên Lîwai El-Tewhîd pêk hat. Gelê Efrînê liber xwe dan û bersiva êrîşan dan. Pişt re jî her dem êrîşên wan li ser sînorê Efrînê hebû, Artêşa Tirk jî li ser sînorê Efrînê binpêkirin dikirin. Rêxistina Mafê Mirovan 114 rewşên lêdana ku ji wan 9 mirin di sala 2014 û 2015’an de belge kirin.

Di sala 2016’an de jî êrîş dewam kir, li ser xeta sînor bi sedan darên zeytûnan hatin rakirin, her wiha leşkerên Tirk bi zanebûn welatiyên gundên sînor qetil dikirin.

Di sala 2017’an de jî Artêşa tirk 576 caran êrîşî xaka Efrînê kiriye û 204 hîktar zeviyên wan ên çandiniyê şewitand û 11 hezar û 337 darên zeytûnan hilkirin. Di heman demê de parçeyên ji xaka wê ya sînor qut kirin.

Dixwazin demografiya Efrînê biguherine

Dewleta Tirk ji bo şêniyên resen jê derbixe bi tang û leşkerên xwe li ser sînor bi cih kirin. Çeteyên xwe ji Idlibê û bermahiyên DAIŞ û El-Nusra ku ji her derê kom kirin, anîn sînorê Efrînê.

Di 20’ê Çile de êrîşî dan destpêkirin. Hemû cûreyên çekan bikaranîn, tan û çekên NATO, balafirên şer û hêzeke pir mezin xistin dewrê û bi hevkariya Cebhet El-Nusra û çeteyên wên yên li Keleha Semanê û Darit Izê bi cih bûne, êrîş pêk anîn.

Dewleta Tirk îdîa dike ku ew ê herêmeke bi ewle çêbike û derdora milyonek û nîv koçberên Sûriyê li wan herêman bi cih bike, Erdogan derbarê vê mijarê de daxuyaniyên vekirî da û da zanîn ku ew dixwaze sê milyon koçberên Sûriyê li Efrînê bi cih bike û şêniyên wê yên resen ji derbixe.

Êrîşa li ser Kobanê li Efrînê didomin

Êrîşa li ser Efrînê beşa duyemîn a êrîşa komên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê ye. Li Kobanê bi navê DAIŞ’ê êrîş pêk anîn û welatî dan koçberkirin û xwestin demogirafiya herêmê bidin guhertin. Siyaseta wan rastî berxwedana şervanan hat.

Niha jî di çarçoveya beşê duyemîn a êrîşa Kobanê Dewleta Tirk di encama hevkariya bi Rûsiya re êrîş pêk anîn û bi hezaran çeteyên xwe xistin dewrê. Beramberî wê rêjîm li Idlibê pêş ket û çeteyên girêdayî Erdogan herê Idlibê ji rêjîmê re berdan.

Wezîrê karê Derve yê Tirkiyê jî da zanîn ku welatî wî şêwran bi Rûsiya û Îranê re pêk tîne. Da ku ezmanê Sûriyê bikar bîne.

Lê berxwedana şervanên QSD’ê ku xeta parastinê ava kirin û rê nedan dewleta Tirk di Efrînê de pêş bikeve, şervanên ku berê Minbic, Reqa û herêmên din ji DAIŞ’ê rizgar kirin, îro li Efrînê di asta herî jor de li dijî êrîşan derketin û tekoşînek bê hempa dane meşandin. Gotin ku ew ê Efrînê ji Dewleta Tirk a êrîşkar û çeteyên wê re bikin goristan.

Efrîn bi ser dikeve

Hêzên QSD’ê diparastina Efrînê de bê dengnema û li dijî êrîşên Artêşa Tirk bûne mertalên ji hesin. JI xwe şêniyên Efrînê jî malên xwe derneketin û di nava hemû şert û mercan de cihê xwe bernedan.

Tevlî hemû cûreyên çekan dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin di Efrînê de pêş bikevin, ji ber wê êrîşî sivîlan dikin û di encamê de heta niha bi sedan welatiyên sivîl qetil kirin, her wiha mal û milkên welatiyan ruxandin. Dewleta Tirk ku li ber berxwerdana welatiyên Efrînê bê çar ma, çekên qedexekirî jî bikar anîn.

Di êrîşa DewletaTirk de heta niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Ema her kesî nas kir ku Efrîn wê ne wekî Iskenderona be û wê nekeve destê Dewleta Tirk.

(dc)

ANHA