Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ev der wargeha masiyan e

Dîmen

TEBQA – Yek ji herêmên Bakurê Sûriyeyê ku bi nêçîrvaniya masiyan navdar in bajaroka El-Cirniyê ya li bakur-rojavayê bajarê Tebqayê ye.TEBQA-KRTINA-MASI (4)

Nêçîrvanên herêmê ji bo bikaribin rihet û hêsan kar bikin di nava “Sendîkeya Nêçîrvanan” de xwe bi rêxistin kirin. Ev sendîke hem rûxseta kar dide nêçîrvanan û hem jî pêdiviyên wan bi cih tîne.

Ji niçîrvanên herêmên Îbrahîm Mihemed El-Îd têkildarî ev tişt anî ziman “Rojane beriya ku roj biçe ava em diçin nêçîrê û di şeveqê de em vedigerin. Em rojane cureyên cuda yên masiyan tînin.”

Ji rêveberên sendîkeyê Umer Hacî Îbrahîm got ku ew rojane masiyan ji nêçîrvanên ku li berava gundê Şemsedîn û Tiwêhînê nêçîrê dikin dikirin.

Buhayê firotina masiyan di navberî masî û masî de ferq dike. Hin masî kîloya wan bi 150 L.S, hin bi 700-900 L.S û hin jî bi 300-500 L.S têne firotin.

Sendîkeya Nêçîrvanan berhemên zêde yên masiyan difiroşe kantona Qamişlo, kantona Kobanê û herêmên derdora bajarê Helebê.

Li vê herêmê zêdetirî hezar nêçîrvanên masiyan hene. Masîvanan ev kar ji bav û bapîrên xwe wergirtine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di dawiya sala 2016’an de di pêngaveke leşkerî de bajaroka El-Cirniyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

(hş/he)

ANHA