Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ev roj jî li wan qedexe kiribûn

TEBQA – Yek ji munasebetên girîng ku her sal li bajarê Tebqayê bi gelemperî tê pîrozkirin, ‘mewlida nebewî’ ye.

Li bajarê Tebqa di dema dagirkeriya tarîtiya komên çete yên DAIŞ’ê de, pîrozkirina vê munasebetê ji aliyê çeteyan ve hatibû qedexekirin û wekî sûcekî pir giran dihate dîtin.

Kesên ku ev munasebet pîroz bikara ji aliyê çeteyan ve dihate girtin û bi qasî 80 celdeyan êşkence dixwar.

Lê îsal bajar ne di destê çeteyan e. Îsal welatiyan bi rihetî ev roj pîroz kirin û karîbûn rê û resmên xwe yên oldarî li dar bixin.

Di roja ku Hezretê Muhammed tê de hatiye dinê de, hem şekir, şêranî tê belavkirin û hem jî xwarin li malbatên xizan û hejar tê belavkirin.

Di vê rojê de her wiha sirûdên oldarî yên derbarê pêxemberê cîhana Musilman Hezretê Muhammed de, tên gotin.

(he)

ANHA