Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ew kuştin û mala wî hilweşandin

XEZA – Şevê din li bajarê Cenîn ê li bakurê herêma El-Defa El-Xerbiyê ya Filistînê ciwanek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyên ji Fîlistînê ragihandin ku şevê din li bajarê Cenîn di navbera hêzên berxwedaniya Filistînê û Hêzên Îsraîlê de şer derket.

Li gorî çavkaniyê, di encama şer de ciwanê bi navê Ehmed Cerar hate kuştin, ciwanekî din û du leşkerên Îsraîlî jî birîndar bûn.

Hêzên Îsraîlê îdîa kirin ku ciwanê Filistînî Ehmed Cerar berpirsê gulebarana li bajarê Nablusê bû û piştî ku ew kuştin mala wî rûxandin.

(bx/he)

ANHA