Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ewqasî keçeke jîr û jêhatî ye

Dîmen

EFRÎN – Hezkirina wê ji werzîşê re hişt ku di gelek lîstikan de li pêş be. Ew serkêşiya du tîman dike û dixwaze derbasî Peymangeha Werzîşê bibe.EFRIN-RECO-XWENE-WE-BU-HEQIQET (1)

Nûra Mihemed a 17 salî xwendekara “Dibistana Şehîd Demhat” a herêma Raco ya Efrînê ye. Bi vîna xwe ya xurt du tîmên jinan ên fotbol û basketbolê ava kiriye.

Ji bo ku Nûra xwena xwe pêk bîne ew û hevala xwe di rojên betlaneyan de diçûn hola dibistanê û bi hev re dilîstin. Paşê gelek hevalên wan beşdarî listika wan dibûn.

Nûra xwest ku vê komê bike tîmeke jinan ku beşdarî mehrîcanên werzîşê bibe. Ev yek pêk anî û bi alîkariya pisporên werzîşê du tîmên fotbol û basketbolê yên jinan çêkirin.

Nûra di xebatên bê navber ên sê salan de beşdarî gelek mehrîcan û pêşbaziyên li hundir û derveyî kantona Efrînê bûye. Nûra di Mehrîcana Jina Ciwan a Kantona Cizîrê de jî cih girt û tê de roleke girîng lîst. Di mehrîcan û pêşbaziyên din de jî gelek xelat wergirtiye.EFRIN-RECO-XWENE-WE-BU-HEQIQET (2)

Yek ji tîmên ku Nûra ava kiriye beşdarî Mehrîcana Jina Ciwan bû û di pêşbaziya basketbolê de bi ser ket. Tîma wê ya fotbolê jî beşdarî pêşbaziyeke li bajarê Helebê bû.

Nûra di pêşbirka bazdanê ya yek kîlometre de xelata asta yekemîn girt. Di Mehrîcana Arîn Mîrkan a sala 2016’an de jî wekî lîstokvana herî baş hate hilbijartin.

Nûra li aliyekî din karîbû gelek saziyên werzîşê bi rêve bibe. Wê demekê rêveberiya Yekîtiya Basketbolê ya Kantona Efrînê kiriye. Piştî ku avakirina tîmên werzîşê wê dest bi rêvebirina Meclîsa Werzîşê ya navçeya Raco kir.

Piştî ku Stadgeha Berxwedana a girêdayî Rêxistina Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate avakirin ew wekî endemeke rêveberiya stadgehê hate erkdarkirin.NURA

Ev keça jêhatî ango Nûra ya 17 salî têkildarî pîşeya xwe ji ANHA’yê re axivî û kêfxweşiya xwe bi vê pîşeya xwe anî ziman. Nûra got “Hezkirina min ji fotbolê re hezkirina xwezayî ye. Ev lîstok ne tenê ji bo xort û mêran e.”

Nûra ku xwendekara dibistanê ye û di heman demê de xebatên werzîşê dide meşandin dibêje “Ez hevsengiyê dixim navbera xwendina xwe û rahînanên werzîşê.”

Nûra dixwaze xwendin û xebatên werzîşê bike yek û di Peymangeha Werzîşê ya Efrînê de bixwîne.

(hş/he)

ANHA