Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Eylûl riwê rast ê nûçegîhaniya şer bû

TOLÎN HESEN-ARŞÎN NECAR

ŞEHBA– Hevalên nûçegîhana YPJ`ê Eylûl Nûhilat ew bibîranîn û soz dan ku wê heta dawî riya wê bişopînin.SEHBA-SALFERA-S (1)

Îro salvegera şehadeta nûçegîhana YPJ`ê Ronahî Omer (Eylûl Nûhilat) û 21 şervanên YPJ/YPG`ê ye.

Piştî ku Ceyîş El-Siwar ji gundewarên herêma Şehba çend gund rizgar kirin, rastî êrîş û bombebarankirina artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encamê de şehîd Eylûl û 21 hevalên xwe şehîd bûn.

Hevriya şehîd Eylûl Roksan Zagros anî ziman ku şehîd Eylûl di nava YPJ`ê de xebatên nûçegîhaniya şer dikir û wiha got: ʺŞehîd Eylûl ji herêma Cizîrê bû û tenê du mehan li kantona Efrînê ma. Zindî û bi heyecan li Efrîn dihate nasîn. Şehîd Eylûl xebatên ragîhandina şer birêve dibir.”

Ji pirsgirêkan gazinc nedikir

Heval Eylûl bi ruhê hevaltiyê bawer bû, xwe di ber heval û jiyanê de berpirsyar didît. Ji pirsgirêkan gazinc nedikir û hewl dida ku çareser bike.

Eylûl weke nûçegîhaneke şer  xwe perwerde dikir. Berxwedaniya şervanan dişopand û deng û rengê cangoriyan bi raya giştî re parve dikir.

Em soz didin tola wê rakin

Em soz didin hevala xwe Eylûl ku tola wê rakin û riya wê bişopînin. Endama Buroya Ragîghanê ya YPJ’ê Rûksan Zagros di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê tola şehîd Eylûl hilînin û riya wê bişopînin û wiha dom kir: “Li ser şehîdan nûçeamade dikir, jiyana welatiyan dişopand. Em ê tola Eylûl û hemû hevalên wê hilînin.  Hevala e wiha şehîd bû. Em soz didin ku em ê şopdarên riya wê û hemû şehîdan bin û heta azadiyê pêk bînin, em ê riya wan bişopînin.”

(np)

ANHA