Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Eyşe Şan û şoreşa wê ya stranbêjiyê

DIYAR EHMO – AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dengbêjiya xwe ya nazik mûzîk û hunera Kurdî ya nûjen vejand. Di serdema ku axaftina bi Kurdî qedexe bû de, nemaze zihniyeta civaka wê stranbêjiya jinan weke destdirêjiyekê li namûsê dihat dîtin, stranên Kurdî pêşkêşî gel kirin. Têkoşîna wê ya dengbêjiyê bi qasî berxwedaneke çekdarî bû û kesayeta xwe ya xurt ji gelê Kurdistanê re îspat kir û bû sembola huner û kevneşopiya Kurdî.BIRANINA-EYSE-SAN (2)

Eyşe Şan yek ji hunermendên di dîroka çand û hunera Kurdî de gelekî navdar û rêzdar e, bi dengê xwe nazik û pêşkêşiya xwe ya bedew guhdarvanên gelekî kêfxweş kirin û hişt guhdarvan bi dengbêjiya wê ya zelal re bikevin nava xeyalan.

Stranên Eyşe Şanê bi dilaramî û dengê zelal teybet bûn, tevî ku beşdarî ti akademiyên hunerî û enstûtiyên mûzîkê nebûye, lê pêşkêşiya wê bi şêwazekî hunerî ya taybet cîwaz bû. Eyşe Şanê bi gelek zimanan Kurdî, Tirkî, Farisî û Erebî stran digotin.

Derketina wê

Eyşe Şan di sala 1938’an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û malbata wê bi eslê xwe ji bajarê Arzerûmê ye. Malbata wê ji 6 endaman sê keç û kurekî û bav û dayîkê pêk dihat. Eyşe Şan di nava malbatê de xwîşka mezin bû. Bavê wê Osman Elî Şan û dayîka wê Elîf Xan e. Bavê Eyşe Şanê dema ku leşkertiya yedek di şerê cîhanê yê duyemîn de dikir di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de Eyşe Şan hêjî zarokeke  bi çûk bû û dema şer di navbera Osmaniyan û Rûsyayê de derket, malbata wê ji bajêr koçber bûn û di dema şer de Eyşe Şanê gelek endamên malbata xwe winda kirin.

Eyşe Şanê xwendina xwe ya seretayî di nava malbateke xizan de li gundê Erebdaşê yê di hundirê sûrê bajarê Amedê de pêk anî.

Eyşe Şan ji zaroktiya xwe ve bi stranan bi bandor dibe, dema ku stranbêj li mala wê kom dibûn û stran digotin, bi taybet bi dengê bavê xwe ku gelek stran ezber kiribûn, ew bêtir bi bandor dibe.

Destpêka stranbêjiya wê

Eyşe Şanê dît ku ew bi deng û hestên xwe yên nazik afrîner e, nemaze baweriya wê bi kesayeta xwe dest bi stranan kir û hewl da di şahiyên giştî de stranan bibêje, lê malbata wê ji ber zihniyet û kevneşûpiya xwe ya girêkok li dijî wê derket, lê tevî vê yekê Eyşe Şanê bi israr di 15 saliya xwe de yekemîn kasêta (sêl) xwe bi awayekî dizî qeyd kir û ji vir navdariya wê di nava civaka stranbêjiyê de dest pê kir.

Tevî navdariya wê di zaroktiyê de, malbatê ew bi kesekî temen mezin re ku berê zewicî bû û gelek zarokên wî jî hebûn, zewicandin. Eyşe Şan piştî ku zarokeke wê çêbû, li gel keçika xwe reviya bajarê Amedê.BIRANINA-EYSE-SAN (3)

Navdariya wê

Eyşe Şan piştî ku diçe bajarê Amedê serdana gelek bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike û li bajarê Dîlokê gelek dengbêjan nas dike û bi pisportî stranan dibêje. Eyşe Şanê li bajarê Dîlokê gelek amûrên mûzîkê yên nûjen dîtin û di destpêkê de bi zimanê Tirkî stran gotin û li vir navê wê gelekî belav dibe. Eyşe Şan piştî demekê vedigere stranên bi zimanê Kurdî û vê yekê bandoreke neyînî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve li wê kir, nemaze ji ber ku stranên Kurdî qedexe bûn. Piştî nêzî du salan ji xebata wê di radiyoyê de, zaroka wê dimire û vê yekê bandoreke giran li jiyana wê kir û di sala 1961’an de li bajarê Dîlokê dest ji xebata xwe ber dide û berê xwe da bajarê Stenbûlê.

Yekemîn strana wê “Ez xezal im”

Eyşe Şan bi cesareta xwe stranbêjiya xwe ya bi zimanê Kurdî didomîne û di sala 1961’an de li bajarê Stenbûlê yekemîn strana xwe bi navê “Ez xezal im” qeyd dike.

Eyşe Şan ji ber ku bi zimanê Kurdî stran digotin ji aliyê nijadperestekî Tirk ve rastî êrşa bi kêran tê û di encamê de neçar dimîne ku ji bajarê Stenbûlê derbikeve û piştî ku birîna xwe derman dike di sala 1972’an de berê xwe dide Almaniya û li vir beşdarî şahiyan dibe, her wiha li gelek dewletên Ewropayê beşdarî şahiyan dibe, lê Eyşe Şan li Almaniyayê dirêj nake û dîsa vedigere bajarê Stenbûlê.

Eyşe Şan û radiyoya Kurdî ya Bexdayê

Li ser daxwaza hin dostan Eyşe Şan berê xwe dide bajarê Mûsilê yî Îraqê û li vir peywendiyê bi gelek stranbêjên Kurd ên navdar re yên weke Mihemed Arif Cezrawî, Îsa Berwarî û gelek hunermendên din re dike. Eyşe Şan paşê jî berê xwe dide radiyoya Kurdî ya Bexdayê û li vir karmendên radiyoyê bi vê sûrpirîza wê re matmayî dimînin û bandorekê li radiyoyê dike.

Koça wê ya dawî

Eyşe Şan cara dawî di sala 1992’an de li bajarê Ezmîrê beşdarî şahiyekê dibe ku ji aliyê Navenda Çand û Hunera Kurdî ve hatibû organîzekirin, paşê bi nexweşiyekê dikeve û di 18’ê kanûna 1996’an de li nexweşxaneyeke Ezmîrê jiyana xwe ji dest dide û li wir tê spartin.

Di salvegera 21’emîn a koça dawî ya Eyşe Şanê  de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi helbestvan û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo re pêk anîn. Salihê Heydo bi boneya 21’emîn salvegera windakirina semboleke hunera Kurdî Eyşe Şanê wiha got: “Dema ku em kesayeteke weke Eyşe Şanê bi bîr tînin, divê em şopa wê ya çandî û têkoşîna wê ji bo diyarkirina hunera Kurdî bişopînin.”

Salihê Heydo di derbarê stranên Eyşe Şanê de di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bê guman dema ku em guhdariya straneke folkloriya Kurdî dikin, tavilê dengê zelal ê Eyşe Şanê tê bîra mirovan.”

Salihê Heydo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd û Kurdistan xwedî gelek sembolên weke Eyşe Şanê ye. Eyşe Şanê ji bo hunera Kurdî bide nasîn hemû qeydên civakî yên paşverûtî ku li ser wê hatibûn ferzkirin şikandin.”

(jh)

ANHA