Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Ez evîndara şervana Kurdim`

Dîmen

Amina Hussein

NAVENDA NÛÇEYAN- “Piştî şoreşa Sûrî min gelekî li ser gelê Kurd xwend, min fêmkir ku ew parçebûne, vê yekê ez matmayî kirim, kî van sînoran datîne? Kî gelan parçedike? Kî me dixe vê rewşê? Ez evîndarê qehremaniya jinên Kurd ên parastina me û gelê xwe dikin.”

Silvia Tomas stranbêjeke Ketelanî ji bajarê Bercelona ye. 27 salî ye. Gotinên nameyeke şervanek YPJ`ê ji eniya şer ji bo dayîka xwe rêkiriye wergerandiye. Di nameya xwe ya ku ji dayîka xwe re ji eniyê rêkiribû, behsa zehmetiyên xwe kiribûn, li ser şer û hevalên xwe nivîsandibû. Gotinên ku di nameyê de hatibûn nivîsandin dilê mirov diêşîne. Şervana YPJ`ê di nameyê de çiqasî bêriya qehweya dayîka wê serê sibehê jê re amade dikir, tîne ziman, behsa reşahiya alên çeteyên DAIŞ`ê û stranên ku ew û hevalên xwe dibêjin dike.

Silvia stranên şoreşgerî, stranên li dijî zilmê, berxwedaniyê û mafê mirovan dibêje.

Stranbêja ciwan evîndara nameya şervana YPJ`ê dibe, wê nameyê dike awaz û di şahiyên li Ispaniya û Amerîka Latînî lidardixe dibêje.

Rojnamevana Amina Hussein a ku li Bercelona jiyana dike bi Silvia re hevdîtin çêkiriye.

Mûzîk ji bo te tê çi wateyê?

Mûzîk ji bo min jiyane, gotinên mûzîkê giyana min geşdike, ez stran dibêjim ji bo kovan û êşên mirovan parvebikim, janên wan bînim ziman, xwe bighînim dilê wan û bihêlim dengê rastiyê biserbikeve. Distirênim ji bo şadî û hezkirina mirovan parvebikim.

Tu çima vî şêwazê mûzîkî dihilbijêre?

Ji temenê xwe yê zaroktiyê min xwest ez bibim stranbêj. Bi çi awayî be ez dixwazim jiyanê bedewtir bikim.

Ez evîndarê vî şêweyî mûzîkê me ji ber ew tameke nû ya jiyanê dide min. Stran dibêjim ji bo maf û azadiya xwe dixwazim. Disitrênim ji bo ev zilm bi dawî bibe.

Çima ev stran li ser Kobanê?

Piştî şoreşa Sûrî min gelekî li ser gelê Kurd xwend, min fêmkir ku ew hatine parçekirin, vê yekê ez matmayî kirim. Kî van sînoran datîne? Kî gel parçedike? Kî me dixe vê rewşê de?

Ez evîndarê qehremaniya jinên Kurdim, yên ku me û gelê xwe diparêzin.

Li Bercelona li gorî jinên Kurd rolê jin li vêderê kême, jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê çavkaniya hêviyê ne.

Gotinên şervaneke Kurd ji bo te tên çi wateyê? Dema te xwendin te bi çi hîskir?

Gotinên wê nameya şervana Kurd hişt ez bibînim û hîsbikim. Min hîskir ku rastiya gotinên wê xîtabeta dilê min kirin.  Gotinên xwe ji rêzê nivîdandibûn, lê belê gelekî kûr bûn…(dema ew gotin tanîn bîra xwe digiriya)

Hevoka ku dibêje: Yadê min bêriya qehweya te kiriye, qehwa me xilasbû, lê jiyan wê jî gelekî xweş e. Nameyê hişt ku ez evîndarê jiyana wê şervanê bibim.

Mûzîk hêviya gel a azadiyê îfade dike, tu jî bi vê yekê bawerî?

Di dîrokê de gelek mînaka vê yekê hene. Gelek stranbêjan stran gotin û hunera xwe diyarî gelê xwe kirin. Stranên ku ez vedibêjim mafê her kesî heye ku bighîje azadî û rizgariya xwe îfade dike.

(np/ra)

ANHA