Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Êzidiyên Efrînê piştgirya projeya federaliya demokratîk kirin

EFRÎN – Bi armanca piştgirya hilbijartinên komînan û projeya federaliyê, Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê civînek li eywana Eyn Dara ya navçeya Şêrawa, lidar xist.EFRIN-SERAWA-CVIN-LE-SER-YAKBUNE-EYZIDI (3)

Di civînê de bi dehan Êzidiyên ji hemû kantona Efrînê, Meclîsên Rûsipiyan, Hevserokên Yekîtiya Êzidiyan Gulê Cefer û Ebdulrehman Şemo  û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Xebat Mihemed, amade bûn.

Civîn bi bîranîna hemû cangoriyên azadiyê hate  destpêkirin. Paşê, Xebat Mihemed rewşa siyasî û geşedanên dawî li herêmên Bakurê Sûriyê, nirxand.

Hevserokên Yekîtiya Êzidiyan jî tekez kirin ku wê gelê Êzidî beşdarî hilbijartinên hevserokatiya komînan bibin û pişgiriya gelê Êzidî bi Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê re, anîn ziman.

(kc)

ANHA