Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ezmûnên werza yekemîn li Tebqayê  bi dawî bûn

Dîmen

TEBQA – Şagirtên asta setayî û navîn ên herêma Tebqayê ezmûnên werza yekemîn bi dawî kirin.

Derdora 45 hezar şagirtên asta seretayî û navîn ên bajar û gundewarên Tebqayê ezmûnên wezra yekemîn a perwerdeyê bi dawî kirin.

Di vê çarçoveyê de, Hevseroka Komîteya Perwerdeyê Fereh El-Hisên serdana dibistana  navîn a keçikan kir û rewşa ezmûna dawî ya şagirtan şopand.

Fereh diyar kir ku ezmûn ji 7`ê çil de hatin destpêkirin û asta şagirtan baş bû.

Şagirta asta navîn Nûran Salim diyar kir ku wê ezmûnên xwe bi awayekî serkeftî bi dawî kirine.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku piştî 6 salan cara yekemîne ezmûn li herêma Tebqayê têne kirin.

(kc)

ANHA