Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fakûlteya Ragihandinê ya Efrînê çapemeniya azad armanc dike

DOSYA

ARAS YÛSIF – HEMRÎN ŞÊXO

EFRÎN – Rêbazên rêjîma Baasê yên binpêkirina mafên gelên Sûriyeyê gelek bûn. Yek ji van rêbazan rojnamegerî bû ku gelekî sînordar kiribû da ku welatiyên Sûriyeyê rastiya xwe nas nekin.EFRIN-FAKULTEYA-RAGIHANDINE-LI-ZANINGEHE ‫(180814337)‬ ‫‬

Piştî serkeftina şoreşa Rojava yek ji xebatên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê damezrandina Zanîngeha Efrînê bû. Di vê zanîngehê de ji bo nifşekî nû ya rojnamegeran were avakirin û parastina civaka xwe bikin û rastiya wê di hemû aliyan de ji giştî cîhanê re ragihînin, fekûlteya Ragihandinê hate vekirin.

Meteryala fekûlteyê

Di sala yekemîna fekûlteya Ragihandinê de 63 xwendekar beşdar bûn û ji van xwendekaran 48 derbasî sala duyemîn bûn. Îsal jî 150 xwendekaran navên xwe qeyd kirin. Yek ji mercên beşdarbûna fakûlteyê ew e ku divê evan xwendekar di ezmûneke nivîskî û devkî re derbas bibin. Lê ji van xwendkaran tenê 45 xwendekar beşdarî ezmûnê bûne.

Ji bo xwendekarê fakûlteyê bawernameya rojnamegeriyê werbigire divê 4 salên fakûlteyê derbas bike.

Madeyên ku di sala yekemîn de tên perwerdekirin ev in, beşê yekemî: “Deriyê derbasbûna çapemeniyê 1, rêgezên aborî, pisportiyên kompyuter, zimanê kurdî 1, zimanê erebî, zimanê ingilîzî 1” madeyên beşê duyemîn jî ev in: “Deriyê derbasbûna çapemeniyê 2, rêgezên siyaseta demokratîk, pisportiyên peywendîdariyê, zimanê kurdî 2, netewa demokratîk, civak û ekolojiya”EFRIN-FAKULTEYA-RAGIHANDINE-LI-ZANINGEHE ‫(180814338)‬ ‫‬

Madeyên sala duyemîn jî ev in, beşê yekemîn: “Rojnamegerî 3, têoriyên rojnamegeriyê, folklora kurdî, kurdolojiya, zimanê ingilîzî, dozên navnetewî yên nûjen.” Madeyên beşê duyemîn jî ev in: “rojnamegerî 4, dîroka weşana Kurdî, nirxandin û wêjeya Kurdî, kurdolojiya, zanista serjimariyê, şerê tayber.”

Rêbaza perwerdekirinê jî bi riya semîneran e û hemû xwendekar dikarin beşdarî nîqaş û nirxandinên di derbarê semîneran de bibin û hemû nêrînên xwe çi erênî û çi jî neyînî bidin.

Çalakiyên xwendekaran di sala yekemîn de

Dûrî atmosfêra xwendinê xwendekarên fakûlteya Ragihandinê di roja çapemeniya Kurdî de şahî li dar xistin, her wiha sînevîzyonek di derbarê çepemeniya kurdî de ya dîdbarî û nivîskî de pêşkêş kirin.EFRIN-FAKULTEYA-RAGIHANDINE-LI-ZANINGEHE ‫(1)‬

Xwendekaran di çarçoveya xwendina xwe de lêkolîn pêk anîn û encamên lêkolînên xwe bi hemû xwendekaran re parve kirin.

Yek ji van lêkolînan perwerdeya partîk di dewreyeke perwerdeya Havînê de

Cûdayî zanîngehên din zanîngeha Efrînê di sala yekemîn de perwerdeyên pratîkê ji xwendekarên xwe re di demslaa Havînê  de vekirin. Xwendekarên beşdarî dewreya pratîkî bûne ji aliyê pisporan ve hatin birêvebirin. Beşdarbûna xwendekaran a van perwerdeyên pratîkê pêwîst e û eger xwendekarek beşdar nebe nikare bawernameya rojnamegeriyê werbigire.

Studioyek ji beşê Ragihandinê re dê were vekirin

Rêveberiya zanîngehê amadekariyên xwe ji bo vekirina studioyekî ji beşê ragihandinê re dike û dê bi hemû pêdiviyên wê yên teknîkî û qêwîstiyên amadekirina nûçeyan û bernameyên dîdbarî were amadekirin.

Kêmbûna kadorya perwerdekirinê astengiyan derdixîne

Yek ji kêmasiyên fakûlteya Ragihandinê ew e ku kadroya perwerdekirinê yên pispor kêm in û rêveberiya desteya perwerdekirinê niha ji Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Rifeet Rifeet û Hamid Rûstem pêk tê.

EFRIN-FAKULTEYA-RAGIHANDINE-LI-ZANINGEHE ‫(1)‬ ‫‬ EBD ALMECID SEXO

Girêdayî mijarê Rêveberê fakûlteya Wêje Dr. Ebdilmecîd Şêxo ji ANHA’yê re wiha got: “Fakûlteya Ragihandinê di sala borî de pêşketineke ber bi çav bi dest xwe ve anî. Serkeftina xwendekaran hişt ku em bi hemû derfetên xwe vê fakûlteyê pêşbixînin. Lê heta niha kêmbûna kadroya perwerdekirinê ya pispor ji me re astengiyan derdixîne. Em niha peywendiyên xwe bi hin pisporan re yên li derveyî herêmê dikin da ku bêne kantona Efrînê û cihê xwe di fakûlteyê de bigirin.”

Dr. Ebdilmecîd Şêxo bang li hemû xwendekarên fakûlteya Ragihandinê kir ku dengê gelên bindest û bi taybet gelê xwe bigihînin giştî cîhanê.

(jh)

ANHA