Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fayiq Gulpî: Komkujiyên Helebçe û Şengal encamên poltîkaya şaş a PDK’ê ne

Siyasetmeda Fayiq GULPÎ

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedar û Rewşenbîr Dr. Fayiq Gulpî diyar kir ku komkujiyên Helebçe û Şengalê, di encama polîtîkayên şaş ên PDK’ê de pêk hatin. Gulpî got: “Ev ferasta kurdên teslîmkar û xwe-difroşên dagirkerên Kurdistanê ye.ʺ

Îro 29’emîn salvegera Komkujiya 1988’an a Helebçeyê ye. Beriya 29 salan e, rejîma Seddam Husên kîmyewî bi ser bajarê Helebçeyê ve barand. Di encamê de 5 hezar zarok, jin, mêr, pîr û kalemêr şehîd bûn û nêzî 15 hezar kes jî birîndar bûn. Ji xwe yê mayî jî hemû koçber bûn.

Paşê rejîmê bi xwe Helebçe wêran kir û hilweşand. Heya demek nêz jî Helebçe weke navçeyek muherem hatibû ragihandin û çûn û hatina li wir qedexe bû.

Siyasetmedar û Rewşenbîr Dr. Fayiq Gulpî ku bi xwe jî yek ji malbatên ji komkujiya Şengalê rizgar bibû, bersiv dan pirsên ajansa me (ANHA) yên derbarê sedemên qewimîna komkujiya Helebçeyê û sînaryoya wê ya dûbarekirî ku di roja îro de pêk tên.

Hevpeyvîn wiha bû:

* Helebçe niha di 27ʹemîn  salvegera xwe de tê bîranîn. Ji bo we Helebçe bîranînek çawa ye? Şaştiyên polîtîkaya Kurdan ku bûn sedema Helebçeyê çi bû?

Keraseta Helebçe ji ber 2 sedam çêbû, yek ji wan hundirîn û yek ji wan ji derve bû. Ya derve ew bû ku, rejîma Baas’ê  dixwest li Iraqê welatek tek-netewe ava bike. Armanc dikirin gelê kurd di nava ereban de tune bikin an jî bê îrade bihêlin û bikin Baasî. Lewra li herêmê polîtîkayên ereb-kirinê pişaftinê bikar anîn. Wê demê li firseteke ku tê de kurdên li hember xwe tune bike, digeriya.

Sedema hundirîn jî ew bû ku, di dema şerê Îran û Iraq de aliyên siyasî yên Başûr, ên ku ji bo bi destxistina mafên kurdan li hember rejîma Baas serî hildabûn, bûn aliyek vî şerî. Ev şaştiyek mezin a stratijîk bû. Li şûna ku ew gelê Başûr biparêzin, wan Îran parastin û xwestin bi Îranê re di hundir xaka Iraqê de li hember rejîma heyî operesyonek leşkerî a hevpar bimeşînin. Ev ji bo rejîma Baasê bû behane ku êrîşî gelê kurd bike. Di bin navê ‘kurdan îxanet kirin û wan artêşa Îranê anîne hundirê Iraqê’ êrîşa dijî Helebçeyê rewa kirin. Di 16’ê Adara 1988’an de kîmyewî bi ser Helebçeyê ve barandin. Esas diyar kirin ku ew bi vê yekê tola xwe ji pêşmerge û Îranê radikin.

* Eger karibin binav bikin, PDK û YNK wê demê bi pêşmergeyên xwe, çi rol lîstin?

PDK û YNK du hêzên mezin yê Başûrê Kurdistanê bûn, ji xwe Pêşmergeyên wan jî hebûn. Wê demê li herêma Helebçe dan pêşiya pastarên Îranê û ew anîn herêmê. Dema rejîma Saddam bi artêşa xwe hat herêmê, wan gelê herêmê neparast. Berî sala 1988’an pêşmergeyan herêmek li Başûrê Kurdistanê azad kirin. Rejîma Saddam bi çekên kîmyewî êrîşî wê herêmê kir. Divûbû YNK û PDKê bizanîbûna ku di encama polîtîkaya wan dê Seddam bi çekên kîmyewî êrîş bike, diviyabû gelê herêmê biparastana. Herî kêm maskeyek li gel belav bikirina, da ku gel xwe biparêze, ew jî nekirin. Xala din jî, beriya êrîşa kîmyewî, dema gel dixwest ji nava bajar derkeve, pêşmergeyan nehiştin û rêya wan girtin. Bi tenê malbatên berpirsên PDK û YNK’ê ji nava Helebçe derketin. Her wiha, dema pêşmerge bi pastarên Îranê re herêma Şarezûr û Helebçe girtin, tu çekek li hember balafiran bê bikaranîn li herêmê bicih nekirin.

Dîsa tiştek balkêş e yek pêşmerge jî li Helebçe şehîd nebû. Dema êrîşan pêşmergeyan maskên xazê danîn û dema erîşan derketin derveyî herêmê. PDK’ê bi siyaseta xwe tu hesabek ji gel re nekir. Piştî komkujiyê jî çekdarên PDK’ê bi sedan malên gel talan kirin.

* Lê Helebçe hîna jî wêrankirî ye û qeyrana aborî li wir heye.

Piştî komkujiyê Helebçe her bû armanca  şerê birakujiyê yê ku bi destê polîtîkayên şaş pêk tê. Bi destpêkirina şerê birakujiyê re, Helebçe jî bû navendek wî. Li cihên din ên Başûrê Kurdistanê piştî sala 1998’an, birakujî hat seknandin, lê li Helebçe heye salê 2003’yan jî dewam kir. Amerîka tevlî şerên li cihên din ên Başûr nebû, lê beşdarî şerê birakujiya ku li Helebçeyê pêk dihat bû. Lewra niha jî bajar û parêzgeha Helebçe li Başûrê Kurdistan û Iraqê herêma herî wêrankirî tê hesbandin. Her kes salane Helebçeyê bibîr tîne, lê di pratîkê de tiştek ji bo Helebçeyê nehat kirin.

Gelê herêmê ji polîtîkayên niha yên hikumeta Başûr jî nerazî ye. Piştî Helebçe hat kîmyewîkirin, hemû binesaziya wê ya aborî hat tunekirin. Gelê wir feqîrbûneke ne ji rêzê dijî. Lê Hikumetê jî beramberî vê tu tiştek nekir. Her wiha ji sala 1988’an ve heya niha zarokên bi sedan malbatan windayî ne û çarenûsa wan nayê zanîn, lê hikumetê di vê mijarê de jî tu alîkarî neda. Li aliyê din jî hikumetê tu alîkarî neda birîndarên Helebçeyê jî. Qaşo biryar girtibûn ku ji bo birîndarên kîmyewî nexweşxaneyek taybet bê vekirin, lê ew jî pêk nehat.

* Wê demê dikarim bêjim ku fermana 2014’an a Şengalê ku pêşmergeyên PDK’ê ji herêmê reviyan û gel ji hovîtiya DAIŞ’ê re hiştin, xwedî paşeroj e û buyerek dûbarekirî ye di dîroka Başûr de ye.

DAIŞ xwedî heman hişmendiya Seddam bû. Dikarim bêjim ku DAIŞ, Baas û Seddamê duyemîn ê herêmê ye. Di roja îroyîn de jî, di encama siyaseta PDK’ê li Şengalê komkujî pêk hat. Divyabû li hember êrîşên DAIŞ’ê, PDK Şengal biparasta. Lê çewa ku Helebçe neparast, Şengal jî neparast. Komkujiya Şengal ji ya Helebçe xerabtir bû. Bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatin kuştin û wek koleyan hatin firotan. Lê kesên ev tewan pêk anîn nehatin lêpirsînkirin. Ev jî rastiya siyaseta PDK’ê dide nîşandan. Dide diyarkirin ku çawa hişt li Helebçeyê komkujî pêk bê. Li Şengalê jî hişt ku komkujiyek bê kirin. Armancek taybet a PDK’ê ji vê hebû.

Ji xwe çend rojan berê PDK’ê bi alîkariya çek, lojistîk û çekdarê Tirkiyê, li gel komek ji çeteyên DAIŞ yên ku li Şengalê komkujî kiribûn, êrîşî xwepêşandanek sivîl a êzîdiyên  Şengalê kir. Bi vê carek din dixwazin Helebçeyek din li Şengal dûbare bikin.

* Feraseta van polîtîkayan çi ye?

Li pişt van siyasetên ku komkujiyên li Helebçe û Şengal pêk tînin ferastek heye. Ev ferasta kevin a beşek kurdên teslîmkar û xwe-difroşên dagirkerên Kurdistanê ye.

Çewa Seddam Husên li dijî kurdan gelek komkujî pêk anîn. Îro jî AKP’ê ku feraseta MHP dimeşîne, li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike. AKP jî bi alîkariya PDK’ê êzîdiyan wek dijminê xwe dibîne û îradebûna gelê Êzîdî li Şengal wek metirsiyeke mezin li ser xwe dibîne. Ji bo wê AKP’ê dixwaze Êzîdiyên bûna xwedan îrade carek din di komkujiyan re derbas bike. PDK jî wek partiyek teslîmkar, ne-netewî û girêdayî dagirkerên Kurdistane, ji bo xwe bikar tîne. AKP dixwaze çewa Seddam li Helebçe kir, li Şengalê komkujiyek din bike. Ji xwe êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengal yên 2014’an bi alîkariya AKP’ê pêk hatin.

* Divê Gelê Kurd li hember polîtîkaya dij-Kurd çi bike?

Ez ji gelê Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikim ku gelê Şengal bi riya siyaset, serbazî û dîplomasiyê biparêzin. Weke gelê Başûr em piştgiriya wan dikin. Dixwazin ku bi rêya çalakiyên gel û ragihandinê rê li pêşiya komkujiyên AKP, PDK û ENSK’ê bigrin.

Gelê Kurd divê bereyeke parstinê ava bike. Siyasetek netewî ji bo xwe esas bigre û nekeve xizmeta dagirkerên Kurdistanê. Divê hêzên xwe yên bergiriyê ava bikin û parastina xwe bikin. Ji aliyekî din divê li beramberî van komkujiyan dîplomasiyeke pir-alî bimeşînin.

Dawiyê de jî, dixwazim bal bikişînim ser vê yekê ku piştî 2014’an gelê Êzîdî dîsa bi komkujiyeke din re rû bi rû ye. AKP, PDK û ENKS’ê gelê Êzîdî bi komkujiyek din tehdîd dikin.

(ne/ak)

ANHA