Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fayiq Gulpî: Rêxistinên hiqûqî û rêxistina CPT ti karî nakin

MEDYA HENAN / YEHYA EL-HEBÎB

QAMIŞLO – Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî got ku rêxistinên hiqûqî yên navnetewî û Komîteya Dij-Îşkenceyan (CPT) tenê bi navên xwe hene û ji bo armancên ku banga wan dikin ti karî nakin. Gulpî diyar kir ku zihniyeta siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan rê li pêşiya partiyan digire û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn fikra Ocalan gelekî girîng e”.

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re bi berfirehî behsa sedemên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û armanca AKP’ê ji vê tecrîdê û rêgirtina li pêşiya serdanên wî kir. Her wiha behsa bêdengiya rêxistinên navnetewî û hêzên ji bo demokrasî û mafên mirovan dixebitin kir û got ku zihniyeta siyasî ya li Başûrê Kurdistanê rê li pêşiya hewldanên rakirina tecrîda li ser Ocalan digire.

Hevpeyvîna bi Fayiq Gulpî re wiha ye:

* Çima hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyeyê tecrîdeke hişk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. Girêdana vê mijarê bi buyerên Kurdistanê û bi taybet Rojava û Başûrê Kurdistanê çi ye?

Em baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê, hikûmeteke nijadperest, mezhebîperest û nedemokrasî ye. AKP’ê û MHP’ê heman zihniyeta hikûmeta nijadperest in û ti carî hebûna gelê Kurd li Rojhilata Navîn nas nakin û ti carî destkeftiyan ji Kurdan re li her çar parçeyan naxwazin, ji ber vê yekê siyasetên ku hikûmeta bi serkêşiya Erdogan, li hemberî Kurdan hikûmeteke şovenîst e.

Ji aliyekî din ve em baş dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan ronakbîrekî siyasî ye û xwedî fikr û bernameyeke çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareserkirina doza Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Eger rê ji parêzer û endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û malbata Ocalan re were vekirin û serdana wî bikin, Ocalan dê rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û her çarparçeyên Kurdistanê binirxîne û dê çareseriyan ji pirsgirêkên heyî re peyda bike. Evan çareserî û nirxandin bê guman dê bikevin berjewendiya gelan li Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê da ku karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin, ji ber van sedeman hikûmeta Tirkiyeyê van serdanan qedexe dike.

Siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya tecrîda giran li ser Ocalan ew e ku nehêlibe nirxandin û çareseriyên Ocalan bigihêjin gelên herêmê û partiyên siyasî, her wiha ji bo ku herêmê ji çareseriyan dûr bixe. Di vê rewşê de aliyê tekane ku ji vê yekê sûd werdigire Tirkiyeyê ye da ku zihniyeta xwe ya şovenîst û mezhebîperestiya xwe ya bi serkêşiya Erdogan li ser gelên herêmê ferz bike.

* Li rex vê tecrîda giran a li ser Ocalan, rêxistinên navnetewî yên têkldar û di serî de rêxistina Dij-Îşkenceyan CPT bêdeng e. Gelo çima ev bêdengî?

Rêber Ocalan nûnertiya gelên blindest ku welatê wan hatiye parçekirin û ji mafên xwe bêpar mane dike. Eger exlaqên siyasî û rêgezên rasteqîn ku hêzên rojavayî û rêxistinên navnetewî yên weke CPT hebûna, tecrûda li ser Ocalan dê bihatiba rakirin, ji ber ku parastina gelên blindest dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û giştî cîhanê pêşniyarên xwe pêşkêş dike, lê berjewendiyên siyasî û berjewendiyên aborî rê li pêşiya van rêxistinan ku di bin sîwana dewletên rojavayî e dixebitin digirin.

Komîteya CPT di aliyê şêwaz de rêxistineke serbixwe ye û parastina mafên mirovan dike û rê li pêşiya îşkenceyên li dijî girtinan digire, lê mixabin eger em xebatên Komîteyê di salên borî û niha de bişopînin, em ê bibînin ku li hemberî bang û baweriya xwe ti xebateke pêk neaniye, her wiha di aliyê têorî de jî tiştek nekiriye.

Mixabin Komîteya CPT hêjî li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bêdeng e, em rewşa tenduristî ya Ocalan nizanin. Evan kiryarên hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî Ocalan kiryarên îşkeneyê ne, lê CPT û rêxistinên mafên mirovan bêdeng in û helwesteke zelal li hemberî van îşkenceyan nîşan nedane.

* Girtina Ocalan bi komployeke navnetewî ku gelek hêzên herêmî û navnetewî beşdar bibûn. Gelo berpirsyariya van dewletan li hemberî nezelalkirina rewşa tenduristî ya Ocalan çi ye. Gelo çima bi erkên xwe yên mirovahî ranabin?

Hêzên herêmî û navnetewî yên beşdarî komploya navnetewî bûne û alîkariya istixbarata Tirkiyeyê beriya 19 salan kirine, eger baweriya van bi rêgezên mafên mirovan, azadî û demokrasiyê hebûna, ji bo tecrîda li ser Ocalan ku ev 18 sal in dom dike tevbigeriyana. Lê evan aliyên ku beşdarî girtina Ocalan bûne ti carî baweriyê bi van rêgezan nakin  û tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dixebitin. Dema ku evan dewlet û alî hewl bidin rewşa tenduristî ya Ocalan zelal bikin, Tirkiye dê li hemberî wan derbikeve û dê bandorê li têkliyên wan bike, ji ber vê yekê rê li pêşiya nûnerên xwe digirin da ku rewşa Ocalan a Tenduristiyê zelal nekin. Saziyên têkldarî mafên mirovan bê exlaq in, eger xwedî exlaq bûna bê guman dê tavilê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tevbigeriyana.

* Ocalan gelek caran banga lidarxistina Kongra Netewî kir. Gelo rola partiyên Kurdistanê di zelalkirina rewşa tenduristî ya Ocalan de çi ye. Gelo evan partî di vê çarçoveyê de bi rola xwe radibin û çima?

Damezrandin û lidarxistina kongreke natewî yekîtiya siyaseta Kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê ye û ji bo çareserkirina doza Kurdî li Rojhilata Navîn ev gaveke pêwîst e. Em dibînin ku dewletên ku dagirkeriya Kurdistanê dikin li dijî gelê Kurd hevgirtina xwe xurt dikin. Helwesta van dewletan ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser wî ya nezelalkirina rewşa wî ya tenduristî ye, lê belê di mehên borî de diyar bû ku çawa Îraq, Îran û Tirkiye li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê derketin, lê mixabin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistan rojane van hevpeyman û hevgirtinên dijminên gelê Kurd dibînin, lê hewldaneke wan a ji bo yekîtiya Kurdan li dijî van dujminên gelê Kurd tune ye.

Siyaseta netewî û siyasetmedarên niştimanî yên partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê ne ciddî ne, em dikarin bêjin ku ew ne welatparêz in û helwestên wan ên netewî û niştimanî ne ciddî ne, ji ber ku eger bi ciddî tevbigerin, nûnerên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê yên di sefaret û balyozxaneyan û wezareta karên derve ya Îraq û serokatiya karûbarên Îraqê ku nûnerên Kurd têde hene dê jib azadiya Ocalan tiştek bikiribana. Lê mixabin zihniyeta siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ne niştimanî û serbixwe ye û siyaseta wê tenê di çarçoveya beşekî Kurdistanê de ye. Di heman demê de siyasetên wê li ser bingeha hevpeymanên bi dagirkerên Kurdistanê re û di serî de Tirkiyeyê tê meşandin. Ji ber van siyasetan jî rê li pêşiya wan tê girtin ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabikin, xebatekê pêk bînin.

* Hûn weke endamekî Komîteya Azadiya Rêber Ocalan, ji bo zelalkirina rewşa tenduristî ya Ocalan çalakiyên hûn li Başûrê Kurdistanê çi ne. Hûn çalakiyên di vê çarçoveyê de ku li Kurdistanê û Ewropayê tên meşandin çawa dinirxînin?

Me di sala 2007’an de Komîteya Azadiya Rêber Ocalan ava kir, dema ku agahî ji me re hatin ku hewldaneke jehrkirina Rêber Ocalan di zîndana Îmarliyê de tê meşandin. Ji wê demê ve Komîteyê konferans û gelek semînerên di derbarê rewşa tenduristî ya Ocalan de organîze kirin. Her wiha ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî bi milyonan îmze berhev kirin û gelek xwepêşandan li darxistin da ku bala aliyên têkldar bikişînin ser rewşa tenduristî ya Ocalan. Li paşerojê de bernameya me ya pêşxistina van çalakiyan di hemû aliyan de heye.

Em çalakiyên gelê Kurd û rêxistinên Kurdî li seranserî Kurdistanê û bi taybet li Rojava dibînin û baş dinirxînin û em dibînin ku bandora wan li ser raya giştî ya cîhanê mezin e. Evan çalakiyên li Rojava tên lidarxistin bandoreke mezin li ser aliyên berpiryarê girtina Ocalan dikin. Her wiha çalakiyên li Ewropa tên lidarxistin û bi taybet li Strasbourg gelekî bi bandor in û diyar dike ku girêdana gelê Kurd bi rêberê xwe ve her diçe zêdetir dibe. Her wiha li hemberî aliyên berpirsyar ên Ewropayê peyameke di derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan e da ku ji bo bidawîkirina vê tecrîdê tevbigerin û rewşa wî ya tenduristî zelal bikin.

Em weke endamên Komîteya Azadiya Rêber Ocalan soz didin rêberê xwe Ocalan û giştî gelê Kurd ku em ê di hemû astan de çalakiyên xwe berdewam bikin da ku evan çalakî guhertineke mezin pêk bînin û azadiya Rêber Ocalan misoger bibe.

Her wiha em ê hewl dibin rayedar û dewletên têkildar binaskirin bidin ku têkliya bi birêz Ocalan re gelekî girîng in da ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi fikr û felsefeya wî ya demokratîk bêne çareserkirin, nemaze ji ber ku banga wekheviya di navbera gelan, aştî û demokrasiyê de dike û banga wekheviya di navbera jin û mêran de û danûstandina demokratîk di navbera hemû ol, mezheb û baweriyên li Rojhilata Navîn dike.

(jh)

ANHA