Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Federalî yekîtiya hemû pêkhateyan  misoger dike‘

EFRÎN – Endama Deseteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Hêvîn Husên diyar kir ku Federalî tê wateya yekîtiya tevahî pêkhateyan e û  mafên gelan misoger û got: ” Şoreşa Sûriyê bigihîne armancên wê ya azadiyê û demokrasî yê, heger gelê Sûriyê li dijî siyasetên derve bibe yek dê şerê heyî bi dawî bibe.”EFRIN-SERAWA-CVINKI-JE-BIKATYE-ARAB-BU-FEDARAL-HAT-DAYIN3

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi koçberên herêmên Şehba re yên li gundên Şadêrê, Kanî Dînkî û Qarso yên navçeya Şêrewa, civiya.

Di civîna ku li dibistana gundê Şadêrê hat lidarxistin de bi dehan koçberên ji herêmên Şehba ku li gundên navçeya Şêrewa yên hatine bibîrxistin û şêniyên herêmê amadebûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Belgenameya Siyasî ya Sûriya pêşerojê ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Hêvîn Husên ve hat xwendin û naveroka Belgeyê ji şêniyan re hat rave kirin.

Hêvîn Husên wiha got: ‘‘ Naveroka Belgenameya siyasî ji rêgez û bingehên jiyana hevbeş û wekheviya di navbera tevahî pêkhate, netew, mezheb û olan de pêk tê. Projeya Federaliyê ne wek hukmekî desthilatdariya navendî ye, lê belê berevajî wê ye. Ev sîstema çand û ol û her netewan di nav xwe de digire û Ii ser esasê rêzgirtin, prensîpên exlaqê hatiye pêşxistin.”

Hêvîn diyar kir ku hin alî hene hewl didin rêgeza Federaliyê berovajî nîşan bidin û tevliheviyê di navbera pêkhateyan derbixin û wiha dom kir: “Îdîa dikin ku projeya federaliyê xaka Sûriyê parçe dike. Lê ev îda ne rast in. Ev proje ya herî guncaw ji çareserkirina aloziya Sûriyê û yekîtiya gelên Sûriya diparêze.”EFRIN-SERAWA-CVINKI-JE-BIKATYE-ARAB-BU-FEDARAL-HAT-DAYIN2

Piştî axaftina Hêvîn Husên beşdaran jî pirsên xwe yên derbarê mijarê de anîn ziman. Ji wan pirsan; wateya federaliyê û gelo wê ev sîstem karibe bibe bersiva siyasetên parçekirinê an na?

Hêvîn Husên wiha bersivên wan wan bersivan: “Federalî tê wateya yekîtiya di navbera tevahî pêkhateyan de, mafê her hemûyan misoger dike. Heger gelê Sûriyê li hemberî siyasetên derve bibe yek, tekez şerê heyî dê bi dawî bibe û şoreşa Sûriyê dê bi serbikeve û azadiyê misgorger bike.”

(rr)

ANHA