Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Federaliya Bakurê Sûriyê banga xwedîderketinê li hêzên demokratîk kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê yekemîn salvegera îlankirina sîstemê pîroz kir û bang li hemû hêzên demokratîk ên Sûrî kir ku xwedî li projeya wan derkvin.

Îro 17’ê Adara 2017’an de, yekemîn salvegera îlankirina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Bi vê boneyê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî da raya gîştî.

Daxuyaniya hevserokatiyê wiha ye:

“Bi munasebeta rasthatina yekemîn salvegera îlankirina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, em vê rojêli hemû gel û pêkhateyên Sûriyê pîroz dikin û bejna xwe bi rêzdarî û minetdarî di bîranîna ruhê şehîdan de ditewînin. Wan şehîdên ku yekîtiya gelan bi xwîna xwe ji me re afirandin. Her wiha em soza xwe ya şopandina riya wan û pêkanîna armancên wan nû dikin.

Di vê sala bûrî de, bi erêkirina Hevpeymana Civakî ku îradeya pêkhateyên herêmê temsîl dike, şoreşek civakî û û polîtîk pêk hat.

Piştî sedan sal ji zulm û pêpeskirina deng û îradeya jin û gelan, ku sîstemên dîktator pêk dianîn, îro gelên herêmê û jinan bi vê Hevpeymana Civakî re firsetek a parastina mafên xwe û misogerkirina îradeya xwe dîtin. Pêkanîna vê deskeftiya dîrokî di nav vê aloziya kirêtîk a ku Sûriye di nav de ye, gavek hêja û mezin a şoreşgrî û demokratîk e. ji ber ku ev gav dê ne tenê ji aloziya Sûriyê re, dê nimuneya çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn be.

Federaliya Demokratîk di dîroka şoreşa Sûriyê de duryanek e. ew projeya tekane ye ku hêviyên gel digire nav xwe. mîna ku Neworz rojek nû û roja azadî û têkoşînê bû û Ekîto roja nûkirin û vejînê ye, îlankirina Federaliya Demokratîk jî Newroz, Ekîto, Bihar û vejînek nû ji gelên herêmê re ye. Nemaze gelên herêmê di roja îroyîn de li hev kom dibin û zilimkaran têk dibin.

Hêzên tarî yên ku ji îradeya gelan ditirsin, bê navber hewl didin vê projeyê têk bibin. Lê belê yekîtiya ku gelên herêmê raber kirine û bedelên giranbûha ku her roj tên dayîn, dê hemû hewldanên van hêzên tarî, Tirkiye û hevkarên wan di serî de, têk bibin. Her çiqasî zehmetî mezin bin, lê gelên herêmê biryara jiyana azad dane. Lewra tu hêzek nikare vê biryar û îsrarê bişkîne.

Bi vê boneyê em bang li gelên herêmê dikin ku bi hemû hêz û derfetên xwe rolek aktîf di avakirina sîstema Federaliya Demokratîk de, bilîzin. Her wiha em bang li hêzên Sûrî yên demokratîk dikin ku li projeya me xwedî derkevin. Ji ber ku ev proje riya tekane ya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê ye. Dîsa ew rêbaza tekane ya parastina yekîtiya Sûriyê ye.

Careke din em vê rojê li gelê xwe û tevahî pêkhateyên Sûriyê pîroz dikin û dibêjin ‘Ew ê serkeftin a îradeya gelan be'”

(ne)

ANHA