Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Federaliya Bakurê Sûriyê Rêveberiya Minbic li gel pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Federaliya Bakurê Sûriyê bi peyamekê avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemû pêkhateyên Minbicê, pîroz kir.

Peyama Hevserokatiya Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê wiha ye:

″Em avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemû gelên resin ên ku ji dîrokê ve li dijî DAIŞ, û alîgir û hemû çeteyan şer kirin û Minbic rizgar kirin. BI vê yekê jî herêm vegeriya li ser metoda xwe ya resin û demokratîk.

Welatiyên Minbicê isbat kirin ku dikarin xwe bi awayekî pir rengî û demorkatîk bi rêve bibin.

Em demokratî û rêgeza  hevbeş, wekheviya di navbera her du zayendan, niştimanîperwerî, mirovbûnû û exlaqê li Minbicê û gelên wê pîroz dikin. Her wiha em berxwedana wan a li hemberî rawestandina destwerdana Osmanî û çeteyên wê li gelên wê pîroz dikin.

Em bi navê Meclîsa Federalî ya Bakurê Sûriyê û bi navê gelên Bakurê Sûriyê ye tekez dikin ku em ê piştgirî bidin wan da ku rêveberiya xwe bi ser bixin û li herêma Minbicê parastin û ewlekarî serwer be û xizmetê pêşkeşî gelê me yên Minbicê bikin.″

(kc/dc)

ANHA