Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Federaliya demokratîk riya herî guncaw a çareserkirina aloziyê ye’

EFRÎN – Rêzecivînên derbarê pênasekirina sîtema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê didome. Pêkhateyên ereb ku beşdarî civînan dibin gotin ku riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê fedraliya demokratîk e.EFRIN-SERAWE-CVIN-FIDRALI-BAWERA ‫(228065793)‬ ‫‬

Desteya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi armanca nirxandina xalên belgenameya siyasî ya federalî  di meha adarê de dest bi rêze civînan li gundên navçeya Şêrawa kir. Heta niha 7 civîn ji gelê kurd û ereb re hatine organîzekirin û lidarxistina civînan didome.

Di vê çarçoveyê de, Desteya Rêveber a Federliya Demokrtîk a Bakurê Sûriyê du civînên cûda ji welatiyên ji pêkhateyên ereb re li gundê Berc Efdalo û Kefîre yên navçeya Şêrawa re lidar xist.

Civîna li gundê Kefîre li dibistana gund hate lidarxistin û civîna li gundê Efdalo li mizgefta gund hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên herêmê beşdarî herdû civînan bûn.EFRIN-SERAWE-CVIN-FIDRALI-BAWERA ‫(228065794)‬ ‫‬

Li her du gundan civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê li gundê Kefîre, belgenameya siyasî ji aliyê endamê Desteya Rêvber a Federalî Şerîf Cimo û li gundê Efdalo ji aliyê endama Desteya Rêveber a Federaliyê Hêvîn Hisên ve hatin xwendin.

Şerîf Cimo da zanîn ku alozî û nakokiyên Sûriyê didomin û di encamê de piraniya bajarên Sûriyê  wêran bûn. Cimo bi lêv kir ku aloziya Sûriyê derbasî sala hefteyan dibe û heta niha gelek komkujî li ber çavên cîhanê li Sûriyê çêdibin û civaka navneteweyî bê deng e.

Endamê Deseya Rêveber egera dirêjbûna temenê aloziya Sûriyê wiha rave kir: “Ji ber tunebûna projeyekî demokratîk an jî projeyekî siyasî li gel muxalift û rejîma Sûriyê. Her wiha rejîma Sûriyê û muxalifet her du xwe dispêrin siyaseta înkarê. Di heman de demê de her alî li gorî proje û planên derve tevdegerin.”EFRIN-SERAWE-CVIN-FIDRALI-BAWERA ‫(1)‬ ‫‬

Şerîf Cimo anî ziman ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê projeya herî guncaw Federaliya Demokratîk e.

Hîvîn Hisên jî di civîna din de axivî û bi bîr xist ku Federaliya Demokratîk xwe dispêre civakê û  vîna gelan ji xwe re esas digre.

Hîvîn da xuyakirin ku federalî yekîtiya di navbera hemû pêkhate û olan de ava dike.

Paşê, deriyê nîqaş û pirsê hate vekirin. welatiyên Ereb yê ku beşdarî civînê bûne dane diyarkirin ku hêviya sekandina rijandina xwînê li  Sûriyê bi rêya federalî pêk tê. Her wiha beşdarvanan derbarê makenîzma hilbijartinan û dabeşkirina rêveberiyê li herêmên di bin sîwana federalî de xwe birêxistinkirine, pirs kirin.

Endamên Desteya Rêveber a Federalî wiha  bersiva pirs beşdaran da: “Hilbijartin wê ji aliyê komîteyên psbor werin birêve birin û reşnivîsa zagonên hilbijartinê û dabeşkirina rêveberiyan nîqaş li ser wan didome.”

(kc/dc)

ANHA