Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fedralî mafê hemû pêkhateyan misoger bike

EFRÎN- Şêniyên gundên Keştiar û Tenib ên girêdayî navçeya Şêrawa mijara projeya Fedraliya Demokratîk dê li hemû herêmên Sûriyê pêk werin, nirxandin.

Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di çarçevê belgeya siyasî ya Federaliyê bi şêniyên gundên Keştiar û Tenib ên navçeya Şêrawa re di civînekê de nîqaş kirin.EFR-SERAWA-CVIN-JE-MLATE-TENEB-U-KASTEAR-CE-BU-FADRAONE6

Civîna ku pêkhateyên ereb û kurd tê de amade bûn li dibistana gundê Tenib hat lidarxistin.

Endama Desteya Rêveber a Fedraliyê Hêvîn Hisên ji pênasekirina têgeha Federaliyê dest bi axavtina xwe kir.

Hêvîn di berdewamiya gotinên xwe de xalên girêdayî jin ku di belgeya siyasî ya Federaliyê de hatine nivîsandin nirxand û wiha got: ʺJin li Sûriyê ji ber zilma mêr û sîstema desthilatdar gelek ziyan dît. Tevî wê yekê jî li ber xwe da û bi îradeya xwe zincîrên koletiyê qetandin. Niha jî jin ji hemû aliyan ve bi awayekî çalak tevlî xebatan dibin.ʺ

Beşdarvanên civînê xwestin projeya Federaliyê hîn zêdetir fêm bikin û pirsa çima projeya Federaliyê û bi taybet di vê demê de hat pêşkêş kirin, kirin?

Hêvîn Hisên bersiva pirsê da û wiha got: ʺJi bo yekîtiya gelê Sûriyê were parastin û xwîn were seknandin, pêwîstî bi projeya Fedraliyê ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, heye. Ger projeya Fedraliyê pêk hat, dê hemû gelên herêmê bi hev re li hemberî polîtîkayên dijminane rawestin û yekîtiya pêkhateyan bibe hêza vê projeyê be. Hêzên derve û yên hundir li gorî berjewendiyên xwe dixwazin modelekê ji Sûriyê re bibînin. Gelelk civîn û kongre lidarxistin, lê belê negihîştin encamê û aloziya Sûriyeyê kûrtir bû. Ji ber vê yekê divê destpêke yekîtiya pêkhateyên Sûriyê bi riya Fedraliya Demokratîk were avakirin û aloziya Sûriyeyê jî bê ku dewletên derve mîna Tirkiyê destwerdan bikin, çareser bibe.ʺEFR-SERAWA-CVIN-JE-MLATE-TENEB-U-KASTEAR-CE-BU-FADRAONE5

Di berdewamiya civînê de pirsên weke projeya Fedraliyê ji bo Bakurê Sûriyê yan tevahiya Sûriyê derbasdare, gelo serkeftina projeyê misogere û zimanê Fedraliyê dê çi be? hatin pirsîn.

Hêvîn Hisên bersiv da pirsên beşdarvanên civînê û ev tişt got: ʺProjeya Fedraliyê ji bo herêmên Bakurê Sûriyê ye û ji bo aloziya Sûriyê bi tevayî dibe riya çareseriyê, pêdivî heye li giştî Sûriyê ev proje têkeve meriyetê.

Ji bo pirsa ziman jî Hêvîn Hisên got ku hemû pêkhate dê fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin û bi zimanê xwe baxivin.

(np)

ANHA

EFR-SERAWA-CVIN-JE-MLATE-TENEB-U-KASTEAR-CE-BU-FADRAONE2 EFR-SERAWA-CVIN-JE-MLATE-TENEB-U-KASTEAR-CE-BU-FADRAONE3 EFR-SERAWA-CVIN-JE-MLATE-TENEB-U-KASTEAR-CE-BU-FADRAONE4