Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Fedraliya Demokratîk dikare aloziya Sûriyê û Lîbyayê çareser bike’

NAVENDA NÛÇEYAN  – Şêwirmenda Têkiliyên Derve ya Meclîsa Bilind a Amazîxiyên Lîbyayê Sena El-Mensûrî diyar kir ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûiyê riya herî guncaw a çareseriya aloziya Sûriyê û welatên mîna wê ye.calekvane-libi-nasita-amazixya-4

Şêwirmenda Têkiliyên Derve ya Meclîsa Bilind a Amazîxiyên Lîbyayê û pêşkêşvana yekemîn barnmeya bi zimanê Amazîxî ya Televizyona Lîbyayê Sena El-Mensûrî têkildarî Sîstema Federasyona Demokratîk a Rojava- Bakûrê Sûriyê pirsên ANHA‘yê bersivand.

* Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, kurdan pirojeyek pêşkêş kir, gelo we ev piroje şopandiye yan na, heger we şopandibe, hûn wê çawa dinirxînin?

Belê, min ev piroje şopandiye. Di baweriya min de, ev tişt ne nû ye, berê gelek nîqaş li ser hatine kirin û hatiye zelalkirin. Sîstemên berê yên ku hişmendiya netewdewlet esas digirtin li ser welatiyan metirsîn çêdikir. Di tecrûbeyên berê de, dewletên ku edyolojiya dektatoriya yekgirtî mîna ya ereban û hin dewletên din têk çûn. Min kilîtên vê pirojeyê xwend. Di nêrîna min de ev sîstem çareya herî gucaw e. Ev ne ji ber ku ji aliyê kurdan ve hatiye pêşkêşkirin, lê belê rewşa heyî sîstemê feriz dike. Ji ber tu sîstemên din dê nikaribin aloziya heyî çareser bike. Sûriyê dewleteke pirreng e, çand û olên cuda tê de jiyan dikin. Nabe yek çandekê di ser yekê re bigire, Ji ber cûdahiya di werlatên wekî Sûriyê û Lîbyayê de ev sîstem riya herî baş a çareserkirna aloziyane.calekvane-libi-nasita-amazixya-3

* Di nêrîna we de girîngiya vê pirojeyê di rewşa niha de çiye?

Di nêrîna min de, ne tenê gelê Sûriyê, lê belê bi giştî derdor jî gelek êrş kişandine. Ji ber hêzên destê wan di nîqaşên çarersiyê de hene, bi nerînên cûda nêz dibin, pirsgirêk nayê çareserkirin. Hemû rêbazên wan ên çareseriyê li ser esasê Netewdewelet pêş dikeve û navendîbûnê derdixe pêş. Sîstemên berê ji xwe wihane û wan alozî bi xwe re anîn. Tu projeyên bingehîn ji bo çareseriyê tune ye. Niha di rewşa Sûriyê de tişteke navê wê demokrasîbûn nîne, mafê pêkhateyan nehatiye parstin û cîdahî di nava pêkhateyan de tê jiyankirin. Ji ber vê yekê pirsgirêka Sûriyê tevahiya cîhanê mijûl dike.

Ev proje têgînên netewa demokratîk esas digire. Ev yek jî li gorî dem û rewşê xwe pêş dixe. Bi vê projeyê hişmendiya zayendperestî û necatperestî têk diçe. Ev sîstem welatê min Lîbya û netewa Lîbyayê tîne bîra min. Ev pirojeya ku ne ol, ne mezheb û ne netewan esas digre û tu cûdahiyê naxe navbera wan wê bibe projeyeke niştmanî ji bo Lîbyayê. Ji ber rewşa Sûriyê û ya Lîbyayê heman bêje wekî heve.calekvane-libi-nasita-amazixya-6

* Di projeyê de rêjiya jin di nava saziyên Sûriyeyê de ji sedî 50 tê parastin, divê sîstema hevserokatî bê meşandin. Nêrîna we li ser vê gavê çiye?

Di bendên vê projeyê de, divê jin di pêvajoya aştiyê de cih bigire. Ji ber ku jin avakirin û aştiyê di afirinê. Jin stûna sereke a civakê û gelên resen e. Di vê pirojeyê de şêwazeke sereke ji bo jinan hatiye dayîn. Gelê kurd bi rêzdarî nêzî jinan dibe. Ev rastiyeke û  di dîrokê de hatiye isbatkirin. Gelê Kurd yekane gelê ku li dijî terora DAIŞ‘ê ya ku niha metirsîneke mezin li ser gelê Iraq, Sûriyê û Lîbyayê dimeşîne, derkeve. Ez careke din dûbare dibêjim ku gelên ku rêzdariyê ji jinan re dike, rastiya gelê pêşketî nîşan dide.

* Li gorî ku di projeyê de hatiye bibîrxistin. Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) bingeha damezirandina artêşeke federal ji bo Sûriya pêşerojê, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Raste. QSD’ê dendika damezirandina artêşke demokratîk a di pêşeroja Sûriyayê de ye. Ez rêzgirtinê ji vê heyêzê re dikim û hemû hêzên ku di bin sîwana wê de tevdigere silav dikim.. Me hêza wê ya leşkerî dît.calekvane-libi-nasita-amazixya-2

Ezmûna li Sûriyê di gelek aliyên xwe de, min vedigerîne welatê min. Jiyana hevbeş emazîxî, siyasî û lîbralî, navîn, kesên piştigiryên didin rêjîma kevin û hemû beşên civakê bi hev re jiyan dikin. Hemû hemwelatiyên Lîbyayê. Tiştê bîna min teng dike ew ku zanista siyasî ku di nava gelê kurd bi taybetî û tevahiya gelê Sûriyê de çêbûye, di nava gelê me de pêk ne hatiye. Ev yek bi teybat em dikarin di aloziyên siyasî de bibîr bixin. Di Lîbya de komên çekdar bi fermandariya kesê Lîbî yê bi navê Xelîfe Hefter ku berê di dema rêjîma Qezafî de alîgir bû, niha bûye opozisyon û ev yek piştî xapandinê pêk hatiye. Navê Artêşa wan jî wekî Artêşa Erebî ya Lîbyayê hatiye binavkirin. Em ji vir dibînin ku ev hemû gelê Lîbiya nagir dest, yanî ew nikare Lîbiya bi tevahî biparêze, ev ne rengî artêşeke niştimanî ye.

* Hûn dagirkeriya dewleta Tirk ji bo xaka Cerablusê û herêmên Şehbayê çawa dinerxînin, gelo rast e Tirkiyê  ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê derbas bûye?

Sîstema Tirkiyê sîstemeke dîktatore, ev yek bi xwe rastiyeke di dîrokê de hatiye isbatkirin. Her dem ji bo desthilatdariyê tevdigere. Ji bilî vê tu hedefa wê tuneye. Sîstemeke netewdewletê bi kar tîne. Tirkiya çavkaniya terorê ye û dagirkirina Cerablusê berdewama vê sîtemê ye.

Ez hêvî dikim ku aştî bi destê gelê kurd pêk were. Baweriya min heye ku wê Sûriyê vegere mîna berê û wê gelê Sûriyê bihêz bibe û aramiyê li ser xaka xwe jiyan bike. Dema ez li Tûnisê dixebitîm, min tişek nas kir ku guhertin di destpê de zehmet e, di nîvê de qerbalexe û di dawiyê de xweş dibe.

(bb/dc)

ANHA

calekvane-libi-nasita-amazixya-1