Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fermandar Egîd û şehîdên Hefteya Qehremanê li Lubnanê hatin bîranîn

BEYRÛT -Yekîtiya Ciwanên Şoreşger yên Rojava li Libnanê Fermandar Masûm Korkmaz (Egîd) û şehîdên Hefteya Qehremanê bibîr anîn û gotin ku divê ciwan asta berxwedana xwe bilind bikin.LIBNAN-BIRANINA-SEHID-QORQIMAZ

Yekîtiya Ciwanên Rojava bi aramnca Fermandar Masûm Korkmaz (Egîd) û şehîdên hefteya Berxwedanê  li paytexta Lubnan Beyrûtê civînek lidar xist. Civîn bi beşdarbûna dehan ciwanan li navneda Çandî û Civakî ya Newroz hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Botan Şawa axivî û di destpêka axaftina xwe de Fermandar Egîd û şehîdên hefteya Qehremanê bibîranîn û got ku fermdar Egîd berxwedaneke dîrokî li dijî dewleta dagirker meşandin û di di 15ʹê Tebaxê de li dijî dagirkeran dest bi şerê çekdarî kir. Şawa di axaftina xwe de her wiha şehîdên Hefteya Qehremaniyê bibîr anîn.

Di beredewama civînê de endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava Xalid Tileran û Mahir Efrîn axivîn û diyar kin ku dive ciwan şopdarî xeta berxwedanê ya şehîdan bibin.

(ni)

ANHA