Têkilî | Derheqê me de

Fermandar: Xewnên Tirkiyê wê di Şehba de têk biçin

TÎRAST CÛDÎ

ŞEHBA- Fermandarê Hêzên Şehba Ebû Xalid ku bi eslê turkmane diyar kir ku hêzên wan di hemû aliyan de amade ne û got: ʺDewleta Tirk wê ji Şehba derkeve. Divê hemû cîhan li dijî siyasetên dewleta Tirk ên li Şehbayê pêk tên, derkevin. Bela her kes bizane, em ji bo mirovahiyê şer dikin, ji ber vê yekê em ê biserkevin.ʺ

Fermandarê Hêzên Şehbayê Ebû Xalid têkildarî geşedanên dawî yên li herêmên Şehbayê û helwesta hêzên Şoreşger derbarê topbarna dewleta Tirk a li dijî herêmê ji ANHAʹyê re axivî.

Çanda herêmê tune dikin

Ebû Xalid di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk siyaseta erda şewitî li şehbayê dide meşandin û destpê kir: ʺGund û bajarokan hildiweşînin. Bi alîkariya çeteyên xwe hemû herêmên dagir dikin dikin di aliyê dîmografî ve didin guhertin. Armanca wan ji vê yekê li gorî berjewendiyên xwe nasnameya rast a herêmên Şehbayê bidin guhertin. Dewleta Tirk gund û bajarokên Şehbayê dagir kir, malên welatiyan ên kevin bi erdê re kirin yek. Bi sedan avahiyên dîrokî ku çanda herêmê nîşan dida tune kirin. Şêniyên herêmê qetil kirin û dane koçberkirin. Li kesên mane jî komkujî pêk anîn.ʺ

Ebû Xalid di berdewama axaftina xwe aramiya li herêmên Şehbayê ku bi destê hêzên şorşger hatine rizgaririn bibîr xist û wiha pê de çû: ʺGelek cûdahî di navbera herêmên ku bi destê hêzên şorşger hatine rizgarkirin û herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine heye. Di herêmên hêzên me rizgarkirine de şêniyên herêmê yên resen jiyan dikin. Di herêmên wan dagirkiriye çeteyên ku herêmên xwe teslîmî rêjîmê kirine, hatine bicih kirin. Li herêmên hatine dagirkirin rojane binpêkirin têne kirin. Bûyerên kuştin, destdirêjî û revandin pir têne kirin, bi zanebûn wiha dikin. Çete dolaran ji Tirkiyê digirin û siyasetên wan di herêmê de dimeşînin.ʺ

Ebû Xalid her wiha destnîşan kir gelê herêmên Şehbayê bi sedên salan li ser xaka xwe jiyan dikin û wiha dom kir: ʺGelê me li ser xaka bapîrên xwe jiyan dikin. Niha jî li ber çavê hemû cîhanê bi destê çeteyên dewleta Tirk têne koçberkirin. Dîmografiya herêmê ya resen winda dikin û li gorî xwe didin guhertin. Kî rewşa Şehba ji nêz ve naşopîne, hemû welatên cîhanê hovîtiya dewleta Tirk a derheqê sivîlan de dibîne. Lê heta niha alîkariya mezlûman nake û derbarê êrîşên Artêşa Tirk di bedengiya de bi israr in. Lê bela baş bizanin, ev xak rumeta meyem em ê bi hemû hêza xwe parstina wê bikin, em ê canê xwe ji bo parastina wê bidin.ʺ

Sivîlan hedef digirin

Ebû Xalid êrîşên dewleta Tirk û çetyên wê bibîr xist û got ku êrîşên wan li dijî sivîlan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺRojane gundên me yên rizgarkirî topbaran dikin. Êrîşên wan di dereceya yekê de li dijî sivîlan pêk tê. Piraniya gundên têne topbarankirin cihên leşkerî tê de nînin. Armanca wan ew e ku tirsê bixin dilê welatiyan de, ji bo vê yekê jî îdayan belav dikin.ʺ

Ebû Xalid da zanîn ku dewleta Tirk hemû gundên kurdan ên li herêmên Şehbaytê ku dagirkirine wêran kirin û hemû şêniyên wn dane koçberkirin, her wiha gelek gundên ereban jî ruxandin û wiha dom kir: ʺJi ber ku dizanin ku şêniyên herêmên Şehbayê siyasetên wan qebûl nakin û daxwaza wan her dem Hêzên Sûriya Demokratîke. Xaka Şehbayê bi xwîna me tê rizgarkirin, em tu carî gavan paş de navêjin. Di her bostek ji xaka welatê me de xwîna şehîdan hatiye dayîn. Me li dijî DAIŞʹê û yên  wekî wê şer kir. Şerê me ji bo azadiya gelê me ye. Dewleta Tirkiyê wê ji xaka Sûriyê derkeve, ne em ê derkevin. Em xwediyên xakê ne û ji mafê me ye em li vir jiyan bikin û parstina wê bikin. Em ji wan re dibêjin ku em xwediyên heqin û em ê bisekevin. Hêza me hêza ji bo mirovahiyê şer dike, em tenê ji bo kurdan, ereban yan pêkhateyekê şer nakin, em ji bo azadiya kurd, ereb, turkmen û hemû netew û mezhebên herêmê şer dikin. Em ê ji bo parstina xaka xwe amadene her dem xwînê birjînin.ʺ

(dc)

ANHA