Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fermandarê nû yê DAIŞʹê  li Efganistanê hate kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Serçeteyê nû yê DAIŞʹê li Efganistanê Ebû Seyîd li Wîlayeta Konar di encama bombebarana balefiran de hate kuştin.

Ajansa Farans Prees diyar kir ku berdevkê Pentagon Dan Wayit da xuyakirin balafirên Amarîka  Femandarê nû yê DAIŞʹê li Efganistanê Ebo Seyîd kuştin. Ebû Seyîd bibû Rêberê DAIŞ-Xirasan (Navê herêmî yê DAIŞʹê li Efganistanê). Hate gotin ku Ebû Seyîd roja 11ʹê tîrmehê di encama bombebarana li ser navenda gitşî ya DAIŞʹê de hate kuştin.

Di heman daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku di encama bombebaranê de 2 serçeteyên din ên DAIŞʹê hatin kuştin.

(jo/dc)

ANHA