Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fermandarekî Pêşmergeyan: Bila Êzidî ji Şengalê koçber bibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarekî leşkerî yê hêzên Pêşmerge Heyder Şeşo got ku tenê du rê li pêşiya gelê Şengalê heye, yan tevlî Kurdistanê bibin yan jî bi yekcarî koçberî derve bibin. Ev pêngav jî nîşan dide ku hikûmeta herêmê ji bo bi darê zorê Êzidiyan ji warê wan koçber bike, tevdigere.

Êzidiyên Şengalê rastî komkujiyên herî hovane yên çeteyên DAIŞ`ê hatin. Di 3`yê Tebaxa 2014`an de PDK`ê bi hezaran Êzidî bê parstin hiştin û ji herêmê reviyan. Çeteyên DAIŞʹê di wê rojê de êrîşî Şengalê kirin û di encamê de komkujî pêk hat, her wiha bi hezaran Êzidî ji warên xwe hatin koçberkirin. Di wê demê de Gêrîlayên HPG/YJA Star, YPG/YPJʹê destwerdan kirin û bi dehezaran kurdên êzîdî parsitin. Kîrîdorek bi ewle vekirin daku welatî tê re ji herêmê derkevin.

Piştî Şengal ji aliyê şervanên Gerîla û YBŞ`ê  ve hat rizgarkirin û Êzidiyan xwe rêxistin kirin û hêzên xwe yên taybet bi navê  YBŞ`ê ava kirin. Rêveberiya xwe ya xweser avakirin, hikûmeta PDK`ê ku dema çeteyan êrîş herêma Şewngalê kirine Êzidî hîştin, li hemberî rêxistinbûyîna Êzidiyan nerihet bû.

Piştî 3 sal di ser komkujiyê re derbas bû, di pêngavekê de ku wek amadekariya komkujiyeke nû xuya dike, fermandarekî leşkerî yê pêşmergeyên PDK`ê Heyder Şeşo daxwaz kiriye ku Êzidî bi yekcarî koçberî derveyî welat bibin û wiha got: ʺDu rê li pêşiya Êzidiyan heye, yan tevlî herêma Kurdistanê bibin yan jî bi yekcarî koçberî derve bibin.ʺ

Di agahiyekê de ku teşwîqê koçberiyê dike, Şeşo gotiye: ʺTevî ku hezaran sal derbas bûne, hê hejmara Êzidiyan di hemû aliyên cîhanê de 1 milyon derbas nekiriye, ji ber ku ew bi dirêjahiya dîrokê rastî komkujiyan hatine.ʺ

Çavdêr  dibînin ku ev agahî teşwîqê çêdike ku komkujiyên nû pêk werin, her wiha dike ku Şengal ji niştecihên resen bê valakirin.

(rr)

ANHA