Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Festivala Zarokan bidawî bû

GIRKÊ LEGÊ – Sêyemîn Festîvala Çandê ya Zarokan bi belavkirina xelatan bi dawî bû.GIRKE_DAWIKRNA_MIHRICANA_ZARUKA ‫1 ‫(186319362)‬ ‫‬

Sêyemîn Festîvala Çandê ya Zarokan duh di saetên êvarê de bi dawî bû. Di roja dawî ya festîvalê de şahiyek bi beşdarbûna sedan kesî hate lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm û Hevseroka Desteya Çadnê ya Katnona Cizîrê Bêrîvan Xalid beşdar bûn.

Hevserokê MEclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliyê Bakurê Sûriyê Selûm El-Mensûr axivî û di destpêka axaftina xwe de berxwedana şervanên di qadên şer de û malbatên şehîdan silav kir.GIRKE_DAWIKRNA_MIHRICANA_ZARUKA ‫1 ‫(1)‬

El-Selûm her wiha da zanîn ku zarok nifşên pêşerojê ne û wiha dom kir: ʺEm ji zarokên xwe nifêşên pêşerojê ava dikin. Em ê wan dûrî kîn, nefretê û rijandina xwînê dikin.ʺ

Di berdewama bernameyê de Koma Diljîn a navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dilanên gelerî pêşkêş kirin. Her wiha koma şano ya Girkê Legê şandoyek pêşkêş kir. Di beşê dawî de jî koma Qamişlo stran pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de xelat li zarokan hate belavkirin. Festîval bi stranên koma Nûda ya girêdayî Tevgera Kevana ZÊrîn bi dawî bû.

(bx)

ANHA