Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fîras El-Qesas: Şoreşa Rojava rûyê rast ê şoreşa Sûriyê ye

Dîmen

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras El-Qesas anî ziman ku şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê rûyê rast ê şoreşa Sûriye ye.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a  Sûriyê Fîras El-Qesas têkildarî armancên partiya wan û vekirina buroyên wê li Rojav û Bakurê Sûriyê pirsên ANHA‘yê bersivandin

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*Di serî de hûn dikarin kurtasî behsa destpêka damezirandina partiya xwe bikin?

Partiya Nûjen û Demokratîk, di sala 1996‘an de, wekî tevgereke xwendekarên zanîngeha Helebê dest pê kir. Me rewşa xwendekarên ji hemû aliyan ve di serî de, ji hêla siyasî ve nîşqa dikir. Di nîqaşên me de her wiha rewşa hemû beşên civaka Sûriyeye hatin vegotin.

Di 17‘ê Nîsana 2001‘an, roja sexwebûna Sûriye de, me civîneke li bajarê Helebê ji xwendekaran hemû pêkhateyên Sûriyê re lidar xist. Di civînê de me biryar girt ku navê tevgerê veguherînin Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê.

Lê ji ber zextên rêjîmê li ser partiyên siyasî, em neçar man ku ji Sûriyê derkevin û karê xwe derketin Almanyayê destpê bikin.

Bi pêvajoya şoreşa Sûriyê re, xebatên me berfirehtir bûn.  Me pêwîstî dît ku  em xebatên xwe derbasî hundirê Sûriyê bikin û têkoşîna xwe li wir bidomînin.

*Çi hîşt ku win têkoşîna xwe li Rojava û Bakurê Sûriyê destpê bikin?

Bi şopandina me ji buyerên li Sûriyê re, me dît ku şoreşa Rojava û serkeftinên wê rûyê rasteqîn ê şoreşa Sûriye ye. Her wiha ev şoreş û ev herêmên ji şerê mezhebî û tayîfî dûr e.

Şoreşa Rojava xwendineke nû derbarê Rojhilata Navîn, têgehê welatparêziyê pêşkêşî cîhanê dike û hêviya avakirin Sûriyeyeke nû li ser bingehê demokratîk û jiyana hevbeş nîşan dide. Li ser vê esasî, me biryar da ku xebatên partiya xwe li Rojava û Bakurê Sûriyeye dest pê bikin. Li herêmên komên islamî yên radîkal em nikarin kar bikin, ji ber ku armancên me li dijî berjewendiyên wan e”.

*Rêveberiya herêmê û desteyên wê çawa pêşwaziya we kir?

Em xwedî cihekî sereke û xwedî fikir û raman in.  Hevdîtinên me bi Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) re li ser esasî siyasî bû. Nêrîn û projeyên li vê herêmê nêzî nêrînên me ne. Dema em hatin Rojava me hîs nekir ku em xerîbin an jî ji rewşên herêmên dûrî in .

Dema em li nav komîn û meclîsên herêmê digeriyan, me rewşeke civakî nû li herêmê dît.  Jiyana li vir xwe dispêre hevkarî û hevbeşiyê. Me bingekekî civakî, siyasî, aborî ji bo xizmeta gel dît, ev hemû destkeftî, hêviyên gel bi cih tîne.  Pêşwaziya Rêveberiya herêmê neynika rêxistina û têkoşîna civakî nîşan dide.

*Çalakiyên wê yên li Bakurê Sûriyê çi bû?

Stratejiya me ya kar li herêmê, avakirina bingeke civakî ji bo muhatebkirina modernîteya demokartîk, civaka demokratîk û netewa demokratîk e, di nav de pêkhateyê Ereb de. Ev pêkhate zehmetiyên mezin ji ber siyasetên rêjîmê kişandin, ji ber vê yekê gereke bighêje wê astê ku karibe bi xwe xwe birêve bibe û pêşeroja xwe diyar bike. Ji bo vê yekê me civîn li herêmê li dar xistin, civînên me ji bo pênaskirina partiyê, armancên wê û em ê li gelek herêman buroyên xwe vekin.

*Çi hîşt ku wim buroyên xwe li Bakurê Sûriyê vebikin?0

Sedemên wê, xwe dispêre armancên civakî yên partiyê, em hewl didin ku xebatên xwe fireh bikin, ji ber vê yekê me buroyên xwe li herêma Girkê Legê, Til Koçer, Minbic, Girê Spî, Şedadê, Til Hemîs û Qamişlo vekirin. Vekirina buroyan xwe dispêre qanûnên rêxistinkirina partiyan ên li Bakurê Sûriyeye. Armanca me ya sereke belavkirina xîtaba modernît û demokratiyê ye, civaka demokartîk û bingehên sereke yên rengdayîna civakî û aborî esasê kar û xebatê me ye.

*We astengî di karê xwe de dît gelo û eger hebin çi ne?

Di destpêk her karekî de, zehmetî û astengî têne kişandin. Destpêkê xeta ereban a ku me kişand, ev xet pir zehmet e ji ber parçeyî du beşan bûye, xeta netewdewlet û xeta desthilatdariyê, ev herdu xet ji hev din cuda ne û neşibin armancên Partiya Nûjen û Demokratîk e. li aliyekî din jî Partiya  Baas ji 40 heta 50 salan berê mudaxeleya her tiştî dikir, derfetên azadî û têkoşîna siyasî nedida.

Hin astengiyên din, ji aliyê kêmbûna zanistiya siyasî li gel civaka Ereban hebû, lê li gel civaka Kurdan wisa nebû. Kurd ji berê ve partiyên wan ên siyasî hene û nêrînên wan li ser karê siyasî heye, her wiha mîraseya siyasî ya 40 salên berê, civaka ereban ji siyasetê dûr bû, ev jî li pêşiya me dibû asteng.

Tecrûbeya me tecrûbeyeke nû bû, pêwîstî bi madiyet û xurtkirina kadroyên wê yên siyasî pispor ku karibe civakê muhatib bigire hebû, bi alîkariya hin partiyên din me karîbû ev astengî derbas bikin.

*Gelo projeyên we ji bo Bakurê Sûriyê çi ne ?

Em hewl didin xebatên partiyê li Bakurê Sûriyeye fireh bikin. Em dixwazin ku di her kombûneke biçûk li Bakurê Sûriyê de bin têkiliyên xwe xurt bikin û ev têkilî  yekser be û bi azadî di nav hemû komên Sûriyê cih bigirin. Ji ber ku partiya me partiyeke ilmanî û demokratîk e, em ê buroyên xwe li Hesekê, Tirbespiyê, Serêkaniyê, Efrîn û herêmên Şahba,  li Tebqa û Reqayê piştî rizgarkirinê vekin.

(bb)

ANHA