Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fîras Qesas: Danûstendinên  bê nûnerên federaliya Bakur bisernavkeve

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedar Fîras Qesas da zanîn ku xwesteka wan a ji nû ve sazkirina desteya gotbêjê, ew e ku şansekî mezintir ê serkeftinê qezenc bike û diyar kir ku danûstendinên bê beşdarbûna nûnerên Federaliya Bakurê Sûriyê biser nakeve.

Siyastemendarê muxalif Fîras Qesas da zanîn ku Desteya Bilind a Danûstendinan nûnerên rasteqîn ên îradeya gel di nava xwe de nahewîne û li ser pêşerojê  Sûriyeyê jî wiha got: “Li Bakurê Sûriyê, armcanên şoreşê di azadî û rumetê de pêk tê, kesên ku ev herêmên berfereh rizgarkirin, erka berxwedana li dijî tarîtiyê û şerê li dijî DAIŞ`ê dan ser milê xwe, dê bikaribe dîrokeke nû ya demokrasî û dadmenidiya civakî ji Sûriyeyê re ava bike.”

Serokê Partiya Modernîte û Demokrasiyê li Sûriyeyê Fîras El-Qesas li ser daxwaza wan a ji nû ve vesazkirina Desteya Bilind a Danûstendinan bersiva pirsên ANHAʹê da.

1- Armanca  we ji daxwaza ji nû ve sazkirina Desteya Bilind a Danûstenidnan çiye?FIRAS-QESAS ‫(1)‬

Armanca me ku şert û mercên gihandina çareseriyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bê avakirin, ev yek jî bi riya cidîkirina danûstendinan û dayîna şansê serkeftinê. Nîqaşên ku hêzên rasteqîn li erdê di nav xwe de nehewîne tu qîmeta xwe tune ye.

Çawa nîqaşên li ser Sûriyê dê bi ser bikeve, eger hêzên aktîv di federaliya Bakurê Sûriyê ne di nava de be.  Ev hêz jiyanê li sê yek, ji Sûriyeyê birêk û pêk dike, saziyan li ser esasî nasîna hev û din û jiyana hevbeş ava dike.

2- Li gor nêrîna we, ma gelo Desteya Gotubêjan hemû aliyên Sûrî nahewîne?

Di baweriya min de, ev deste tu nuner û parêzvanên berjewendî û îradeya pêkhateyên Sûriyeyê nahewîne. Berovajî hin nunerên şeklî ne, di rastiyê de jî cudatî di navbera herduyan de pir e. Lê ya girîng ji bo pêkanîna nîqaşên berhemdêr, beşdarbûna hemû hêzên xwedî giranî di aloziya Sûriyeyê de, ev yek jî bi amadenebûna hêzên aktîv ên Federaliya Bakurê Sûriyeyê de, pêk nayê. Faktorên avabûna Desteya Bilind a Danûstendin bi xwe sedemên têçûna wê ye.

3-  Eger we di pêşerojê de cihê xwe desteyekê de girt, projeya wê dê çi be?

Eger me di danûstendinan de cih girt, tekez projeya me derbarê çareseriyê de dê projeya federal û civaka demorkatîk be. Projeya netewa demokratîk û modernîteya demokratîk. Helbet em ê desteka çareseriyeke aştiyane ku rê li ber vegera rewşa berê veneke, rewşên desthildariya navendî ya beriya 2011`an.

Pêkanîna berjewendiyên tevahiya gelê Sûriyê  û ne tenê yên Bakurê Sûriyê dê armanca me be. Çavê hemû gelê Sûriyê li projeya civaka demokratîk û federal bû.

4- Rêjîm û Muxalefet ferderaliyê weke parçebûn bi nav dike, nêrîna we derbarê vê yekê de çiye û hûn çawa cihê xwe di vê projeyê de digirin?

Tiştekî xwezayî ye ku rêjîm û muxalefet xwedî heman helwest li hember federaliyê bin, herdu alî vedigerin yek jêdera siyasî, heta ferhengên wan ên siyasî ji aliyê cewherî ve yek e.

Em weke partiya Modernîte, ji gava yekemîn de bi projeya federeliyê re ne, ji ber me misogeriya têkbirina desthildariyê tê de dît, ew dê li hember paşguhkirinê kelemek be.

Helbet partiya Modernîte di dilê projeya federal de ye, bi hemû derfet û şêweyan paratina wê dike û ew jî projeya me ya bingehîne.

5- Nêrîna we derbarê zagona hilbijartin û dabeşiyên herêmî de ku li Bakurê Sûriyê  derket, çiye?

Zagona hilbijartin û dabeşiyên herêmî, xebata giştî ya ji bo avakirina civaka demokratîk û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê temam dike. Tu demokrasî bê hilbjartinên adil pêk nayê. Gavên dawî yên hilbijartin û dabeşiyên herêmî, vê pîvanê esas digire, lewma di riya projeya federal de û modernîteya demokratîk de gaveke girîng e.

6- Bi nêrîna we Sûriye berve çi diçe?

Sûriye di gerekeke dîrokî re derbas dibe. Li Bakurê Sûriyê şoreşê hedefên xwe yên azadî û rumetê pêk anîn. Kesên ku ev herêmên berfereh rizgar kirin, , erka berxwedana li dijî tarîtiyê û şerê dijî DAIŞ`ê dan ser milê xwe, dê bikaribin dîrokeke nû a demokrasî û dadmenidiya civakî ji Sûriyê re ava bike, Sûriya nû  ya federal û demokratîk tê, lê piştî qurbaniyê mezin û demek dirêj, lê bê guman dê pêk were.”

(nse)

ANHA