Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fîras Qesas: Wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk were

DILYAR CEZÎRÎ-ALVA OSÊ

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyayê Fîras Qesas diyar kir ku dagirkirina dewleta Tirk a ji xaka Sûriyê re berdewama dagirkirina Lîwai Iskenderon e û got ku wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk were.

Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyayê Fîras Qesas derbarê dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze pilanên xwe yên dagirkirina xaka Sûriyê rewa nîşan bide û wiha got: “Ti dagirker rewa nîn in. Dagirkerî êrîşa li dijî gelê welatekî din û binpêkirina îradeya gelê wî welatî ye. dagirkirina dewleta Tirk a ji xaka Sûriyê jî êrîşa li dijî îradeya gelê Sûriyayê ye. Divê gelê Sûriyê bi hemû rêbazan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bide û têbikoşe.”

Qesas her wiha dagirkirina Cerblusê bibîr xist û wiha pê de çû: “Zemîna Îslama Siyasî ya dewleta Tirk ku hikûmeta AKP’ê li ser esasê wê tevdigere û bi riya wê xaka Sûriyê dagirkiriye, gelekî ji îslama rasxt dûre. Bi vê yekê jî hikûmeta Tirkiyê rola tundiya li Sûriyê birêve biriye. Heger em nikaribin xeteriya van tevgeran bizanibin û di bin bandora hestê îslamî de piştgiriya wê bikin, wê xeterê zêdetir bibe. Ji aliyekî din ve cûdahiya mezhebî ya di navbera hikûmeta AKP’ê û komên çekdar ên di bin banê wan de tevdigerin, diyar e.  vê yekê jî bandor li helwesta hikûmeta AKP’ê ya di aloziya Sûriyê de diyar kiriye. Ev di helwesta hikûmeta Tirk û piştgiriya wê ya bi komên çete yên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nesra hate nîşandan.”

Qesas derbarê hevkariya di navbera dewleta Tirk û komên çete de jî ev tişt anî ziman: “Di nerîna min de helwesta dewleta Tirk a derbarê Sûriya yê de diyar e, heta niha sînorê xwe bi hemû awayî ji çeteyan re vekiriye, li aliyê din jî herêmên hatine rizgarkirin xistine çemberê û embargo li ser wan ferz kiriye. Li dijî hêzên ku ji bo azadiya gelê Sûriyayê tevdigerin, pîlanan pêk tîne. Ev yek dijbertî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî îradeya gelê Sûriyê nîşan dide. Helwesta Tirkiyê û dijbertiya wê riwekî din ê dijbertiya rêjîma Sûriyê ya bi gel re nîşan dide. Ew tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere û piştgiriya hin koman kiriye.”

‘Dagirkirina Lîwai Iskenderon didomîne’

Fîras Qesas her wiha da zanîn ku dagirkirina dewleta Tirk a ji beşekî xaka Sûriyayê re berdewama dagirkirina Lîwai Iskenderon a ku ji sala 1939’an de pêk hatiye û hîn jî didome ye û wiha dom kir: “Dagirkirina niha ya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re, berdewama pîlanên wan ên dagirkirina herêmê ye. Ew dixwaze serdema xwe ya dagirkeriya Oamaniyan di herêmê de vejîn bikin. Dewleta Tirk ji tevgera azadî ya Ocalanî  ditirse, ev yek jî qonaxa germ û zehmet a dîroka herêmê nîşan dide.”

Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyayê Fîras Qesas di dawiya axaftina xwe de jî dagirkirina dewleta Tirk a ji xaka Sûriyê ya niha û ya dema dagirkirina Lîwai Iskenderon re anî ber hev û wiha got: “Tiştê di navbera herdû bûyerên dagirkerinê de hatine guhertin, ew e ku di dema dagirkirina Lîwai Iskenderon didome de, dewleta Tirk beşek din ji xaka Sûriyê dagirkiriye. Lê bela dewleta Tirk baş bizane ku wê dagirkirina wê ya ji xaka Sûriyê re dewam neke, Bê guman wê gelê Sûriyê dawî ji dagirkirina xaka Sûriyê bîne.”

(dc/jh)

ANHA