Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fişarên Îranê ji bo partiyên Başûr ku daxwaza serbixwebûnê nekin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê Qasim Silêmanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Iraqê de, daxwaz ji partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku li ser rakirina ala herêma Kurdistanê li meclîsên parêzgeha Kerkûkê, bi Bexdadê re bikevin diyalogê.

Nûnerên Kurd di meclîsa parêzgeha Kerkûkê de biryar dan ku ala herêmê li kêleka ala Iraqê rakin. Ev yek jî li gor nêrîna hikûmeta navendî ya Bexdadê pêngeveke ne yasayî ye.

Ji rayedarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji AFP`ê re got:”Di destpêka vê hefteyê de Qasim Silêmanî serdana herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî re hevdîtin kir. Paşê bi rayedarên Yekîtiya Niştimaiya Kurdistanê re li Silêmaniyê hevdîtin pêk anî. Ji wan hevdîtinan bi cîgirê yekem ê Celal Talebanî, Kosret Resûê re bû.”

Silêmanî her wiha hevdîtin bi Endama Buroya Siyasî ya YNK`ê Hêro Îbrahîm re pêk anî.

Berpirsekî Kurd ê xwecihî yê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike daxuya kirin ku naveroka serdana Silêmanî ew bû ku nêrîna rayedarên herêmê derbarê pêkanîna referandûma li ser serbixwebûna herêmê û rakirina ala herêmê li ser saziyên fermî yên Kerkûkê, bû.

Çavdêr wiha dibînin ku pirsa serixwebûna herêmê wek kaxezekê di destê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê – Iraqê Mesûd Barzanî de ye, ku di rêya wê re dixwaze tevliheviyên li herêmê rûdidin wek birîna mûçeyan û seknandina karê parlemantoyê dorpêç bike. Di heman demê de gilêyên li dijî malbata Barzanî û hebûna Barzanî ya ne yasayî li ser hikum ku wîlayeta wî bi dawî bûye jî sînordar bike.

(rr)

ANHA