Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Forma Reqayê bi xwendina encamnameyê bi dawî bû

EYN ÎSA- Formaya Reqayê ku vê sibê bi beşdarbûna nûnerên eşîreyên herêmê û saziyên civakî li Êyn Îsa hate lidarxistin, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê yên tevlî formayê bûn dane zanîn ku ew ê bi hemû welatiyên herêmên din ên Sûriyê re di nava hevkariyê de bin da ku bi wan re jiyana hevbeş, biratiya gelan û demokrasiyê li tevahiya Sûriya pireng a ne navendî pêş bixin.

Encamname ji aliyê Şêx eşîreya El-Bûxemîs Husên El-Raşid ve hate xwendin

Encamnameya Forma Reqayê wihaye:EN ISA-DAWIKRNA-CIVINA-ELEN-EREBA (1)

“Em şêx û rûspiyên eşîrên parêzgeha Reqayê bi hemû rengên xwe yên civakî ji raya gitşî re radighînin ku me ev civîna xwe ya berfireh û girîng bi navê Forma Reqayê ya saziyên civakî û eşîreyan lidar xist. Dema forma hate lidarxistin, em di demeke dîrokî de jiyan dikin, em ber bi rizgarkirina bajarê El-Reşîd (Reqayê) û paqijkirina wê ji qirêjiya terora cîhanê ku îdaya xîlafetê ve diçin. Bi vê yekê em kêfxweşiya civaîna ku bi beşdarbûna hemû nûnerên eşîreyan ji şêx, rûspiyê û zaniest, her wiha jin, ciwan kêfxweşiya xwe ya rizgarkirina dawî ya Reqayê radighînin.

Bi vê boneyê em spaisya mêvanên xwe yên ji herêmên Bakurê Sûriyê ji bo piştigriya me tevlî civînê bûne dikin. Ên di demên herî zemet de bi hemû hêza xwe piştgiriya me kirin. Bi vê alîkariya xwe jî yekîtiya hemû gelê Sûriyê nîşan dan.

Di heman demê de em spasiya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê yên qehreman ku tiştên xwe yên herî giran buha ji bo rizgarkirina herêmên feda kirin dikin. Wan herêmên me ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha em spasiya Koalîsyona navdewletî ku piştgirî da hêzên QSD’ê dikin. Em spasiya Meclîsa Sûriya Demokratîk ku pişgiriya me di aliyê siyasî, civakî û lojistik de kirin û hîn jî heta vê kêliyê alîkariya me dikin dikin. Soza xwe ya pêkanîna aramî û ewlekariya herêmê pêk anîn.EN ISA-DAWIKRNA-CIVINA-ELEN-EREBA (4)

Piştî nîqaş û danûstendinan hatin kirin û xwendina peyamên dezgehên siyasî û civakî yên bajaran em gihiştin van tiştan:

1-Piştgiriya hêzên QSD’ê ku herêmên me ji teroristan rizgar kirin û dê bibin bingeha misogeriya parstina me ya pêşerojê.

2-Em tekez dikin ku Meclîsa Sivîl a Reqayê ku ji roja yekem de ked û rola wan hebû, her wiha wekî kewarek mêşên hingiv di hemû astan de kar û xebat dan e meşandin, karîbûn bisedan gund û bajarokan birxêstin bibin. Roleke sereke di gihandina denê me yê cîhan re lîstin. Em radighînin kku em ê piştgiriya xwe bi Meclîsa Sivîl a Reqayê û gundên wê re bidomînin heta piştî ku herêmên me bi tevahî werin rizgarkirin.

3-Hêzên desthildara, hêzên herêmî û rêxistinên terrorist ên di rewşa Sûriyê de destwerdan kirin û ji bo pirojeyên xwe yên nijatperest, mezhebî û tayîfî kar dikin, dixwazin di nava me şêniyên Reqayê de tevliheviyê derbixin. Em ji vir siyaseta lêborînê li gorî em karibin radihînin, da ku em parêzgeha xwe Reqayê bibin nimûneya jiyana hevbeş û biratiya gelan.EN ISA-DAWIKRNA-CIVINA-ELEN-EREBA (2)

4- Em ê berxwedan û tekoşîna jinan û ciwanan a di şerê rizgarkirinê de jibîr nekin, wan baştirîn efsaneyên berxwedan û fedekariyê bi tekoşîna xwe nivîsandin.Isbat kirin ku ew dikarin rêveberiya civaka azad bikin.

5-Em bang li gelê xwe yê li derveyî Reqayê dikin ku vegerin da ku em bi hev re bajarê xwe yê hatiye wêrankirin ava bikin da ku em bighêjin jiyana azad û demokratîk.

6-Em ê bi hemû hêza xwe ji bo jinûve avakirina bajarê têbikoşin. Ji ber ku wêranî zêdyî hêza me ye, em bang li hemû dewletên ji azadî û aştiyê hez dikin û li dijî terorê ne û di serî de Koalîsyona Navdewletî ku destê alîkariyê ji bajarê Reqayê re dirêj dike dikin ku alîkariyê bibin. Ev alîkarî dikare di riya rêxistinên hikûmî û sivîl re jî pêk werin.

7-Em ê karê hevbeş bi hemû parêzgehên din ên Sûriyê re û bi taybet ên Bakurê Sûriyê re pêş bixin. Da ku jiyana hevbe û biratiya gelan pêş bixin û Sûriya demokratîk, pireng û ne navendî pêk bînin.

(dc)

ANHA