Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Forma Reqayê destpê kir

Dîmen

Dîmen: Forma Reqayê destpê kir

EYN ÎSA- Forma Reqayê bi beşdarbûna nûnerên saziyên sivîl û eşîreyan destpê kir.EN ISA-DESPEKA-CIVINA-ELEN-EREBA (1)

Forma Reqayê ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê tê lidarxistin, bi beşdarbûna nûnerên komîteya MSD,QSD, hejmarek mezin ji rûspiyên Reqayê û nûnerên eşîrên “Cês, Bûseraya, Sexane, Bûesaf, Ebû Hemîd, Amir, Bûşeyan, Efadele, El-Mûs Dahir, El-Xanim El-Dahir, Kewatî, Burêc, El-Xûl, Cemase, El-Cerî Kerame, El-Şiêb û El-Kiwêdir hate lidarxistin. Hevseroka MSD’ê Ilham Ehemed, Berdevkê QSD’ê Telal Silo, Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, Şandeya Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê û Şandeyên herêmên Bakuêr Sûriyê, saziyên ciwanan û rêveberiya Minbic û gundên wê tê lidarxistin.

Si salona civînê de pankartên bi nivîsên “Em bi yek destî tişên terora cîhanê wêran kiriye, ava bikin. Ber bi Sûriya Demokraîtk pireng û nenavendî, Jiyana hevbe û biratiya gelan misogeriya pşeroja Sûriya azad e.” hate dalqandin.

Forma bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Komîteya Amadekar a Forma Ibrehîm El-Ferec axivî. Di destpêka axaftinê de spasiya hemû beşdaran kir û lêborîna xwe ji hemû kesayet û nûnerên saziyên ku ji ber rewşa şer ne dikarîn xwe bighînin wan jî kirin.

El-Ferec di axaftinax we de spasiya hêzên QSD, YPG, YPJ, hêzên ewlekariya hundir ên rola wan di parstina bajar û gundên wê de hebûn û hîn jî parstina ewlekariya herêmê dikin, kirin. El-Fererc her wiha spasiya welatyên ku alîkariya hêzên QSD’ê kirin, kir.

El-Fererc di berdewama axaftina xwe de jî got ku wan biryara civîna berfireh di vê dema dîrokî de dan û wiha dom kir: “Ji berpirsyariya dîrokî me  ev civîna berfireh lidar xist. Armanca me ew ku em çarenûsa herêm û gelê xwe diyar bikin. Herêmên me di rewşeke hesas re derbs dibe. Me baş dizanî ku gelê me girîngiya vê civîna dîrokî baş dizanin. Me we vexwend û we jî pêk anî. Ev ji hestê we yê baş nîşan dide.”

El-Fererc bang li hemû şêniyên herêmê kir ku li gorî berpirsyariyên dikevin ser milên wan tevbigirin û wiha dom kir: “Bajarê me li ber rizgarkirinê ye. Em jî îro di bin heman sîwarnê de dicivin. Ev civîna me di demeke dîrokî de ye, em li benda seta sifrê ne da ku bajarê me bi tememî ji çeteyan were rizgarkirin. Ji me tê xwestin ku di xebatên jinûve avakirinê de li gorî berpirsyariyan bin. Em hevgirtina we pêş bixin.Em hemû hêza xwe bikin yek da ku em hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û vê aloziya di çarçoveya siyasetên derve de li ser gelê me hatine bi dawî bikin. Ji ber siyasetên derve kur bû dijberê bavê xwe, bira bû dijbirê birayê xwe. Ji ber vê yekê divê em van pirsgirêkan derbas bikin, em niha di demeke dîrokî re derbas dibin.”

Dê forma bi axaftinên mêvan û rûspiyên eşîreyan dewam bike. Komîteya Amadekar destnîşan kir ku axaftin wê bi vî rengî pêk werin.

Axaftina Meclîsa Sivîl a Reqayê. Paşê Hevseroka MSD’ê Ilham Ehemed wê axaftina MSD’ê bike, li ser navê QSD’ê jî Berdevkê Fermî yê Telal Silo, Li ser navê hemeleya Xezeba Firatê wê Berdevka Hemelyê Cîhan Şêx Ehmed biaxive, paşê jî wê li ser navê Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, li ser navê Meclîsa Jinên Sûriyê, li ser navê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk, li ser navê katnona Cizîrê, li ser navê Kantona Kobanê, li se navê Kantona Girê Spî, li ser navê Rêveberiya bajarê Minbic û gundên wê, li ser navê Melcîsa Sivîl a Dêrazorê, li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê, li ser navê Yekîtiya Suryanî û Asûrî wê axaftin werin kirin.

Paşê jî wê axaftinên şêxên eşîran û rûspiyên herêmê jî wiha axaftin werin kirin: Şêx Beşîr El-Hiwêdî, Şêx Hamid El-Ferec, Şêx Husên El-Raşid, Şêx Ehmed El-Keno, Şêx Esed El-Beşîr, Şêx Xelef El-Ubêd El-Hesan, Hamid El-Efaf û Faris El-Horan.

Piştî axafitnan wê li ser navê Komîteya Amadekar jî Umer Elûş û Îbrehîm El-Ferec jî axaftinan bikin.

(hn/dc)

ANHA