Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Formaya Reqayê banga azadiya Ocalan kir

EYN ÎSA – Meclîsa Sivîl a Reqayê, rûspiyên eşîrên Reqayê û nûnerên saziyên civakî bang li hêzên navdewletî û hêzên cîhanê kirin ku di zûtirîn dem de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kar bikin.

Endamên eşîrên Reqayê, endamên saziyên civakî û hemû beşdarên Formaya Reqayê ku vê sibê li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî hate lidarxistin bang li hêzên navdewletî hate kirin ku di zûtirîn dem de ji bo azadiya Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin.

Di formê de bal hate kişandin ser tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji bo pêşxistina jiyana hevbeş û biratiya gelan ku nûnertiya Neteweya Demokratîk dike û hate gotin ku xeta Ocalan xeta Netewa Demokratîk, jiyana hevbeş û edaleta civakî pêk tine.

(dc)

ANHA