Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif: Çawa DAIŞ şikest wê Tirkiyeyê jî bişkê

Dîmen

MAID SELÛM

QAMIŞLO – Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser tevahiya Sûriyeyê pênase kir û got “Çawa DAIŞ li Bakurê Sûriyeyê şikest, Tirkiye jî wê li Efrînê bişkê.”

Foza Yûsif bi riya ANHA’yê bersiv da gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û got “Tirkiye yek ji dewletên ku hişte şerê Sûriyeyê ewqas mezin bibe û alozî jî kûrtir bibe. Tirkiyeyê rojekê jî ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê polîtîka nekiriye.”

Foza Yûsif bal kişand ser hewldanên ji bo çareseriya Sûriyeyê û bidawîkirina “terorê” û got ku di heman demê de dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî baragehên leşkerî û wargehên sivîlan ên Efrînê dike.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk ev tişt jî anî ziman “Tirkiye naxwaze şerê li Sûriyeyê biqede. Hemû hewldanên xwe dike da ku aloziyê dirêj bike.

Foza Yûsif di dirêjahiya axaftina xwe de got “Eger êrîşek li dijî Efrînê pêk were, wê tenê di Efrînê de nemîne. Lê belê wê tevahiya Sûriyeyê bide ber xwe ango şerê li Efrînê şerê li ser hemû Sûriyeyê ye. Wê hemû danûstandinên wekî Sochi, Cinêv hwd ku tên behskirin vala derkevin.”

Foza destnîşan kir ku Efrîn ne wekî Îdlib û Cerablusê ye, lê belê wê li hemberî Artêşa Tirk û çeteyên wê bisekine, tevahiya Bakûrê Sûriyeyê jî wê piştgiriyê bide Efrînê. Foza got “Berxweaniya gelê me ya Kobanê tê bîra her kesî, wê ev berxwedanî li Efrînê hîna bi hêztir be, eger êrîş pêk were.

Foza Yûsif bal kişand ser hêza Bakûrê Sûriyeyê û got “Em niha bi gelekî ji serdema Kobanê bi hêztir in. Em îro xwedî hêzkeke siyasî û leşkerî ya mezin in.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Demokratîk Foza Yûsif civaka navnetewî hişyar kir ku eger li dijî gef û tehdîdên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nesekinin, wê DAIŞ’eke din were avakirin.

Di dawiyê de Foza Yûsif got “Şerê li ser Efrînê li ser tevahiya Sûriyeyê ye. Wekî ku DAIŞ şikeset wê Tirkiyeyê jî bişkê.”

(he)

ANHA