Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif li Qamişlo dengê xwe da

QAMIŞLO – Foza Yûsif li komîngeha Şehîd Rîhan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo mafê xwe yê dengdayînê bi kar anî.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif ji ajansa me re anî ziman ku careke yekemîn li Sûriyê bi awayekî demokratî bê tu zextan gel dengê xwe bi kar tîne û got: “Hestên min ên vê kêliyên nayê wesifandin.”

Foza Yûsif diyar kir ku ew sîstemû civakeke demokratîk ava dikin û wiha got: “Ev hilbijartin gava yekem a ber bi serkeftin û pêşketinê ye.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif behsa mijara tevlîbûna gel a ji bo hilbijartinan kir û got: “Gelê herêmê erka serkeftina projeya federaliya demokratîk girtiye ser milê xwe. Tevlîbûna wan a zêde ji hilbijartinan re, rihê berpirsyariyê û erka wan a niştimanî diyar dike.”

(bb)

ANHA