Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif: Me nexşeriya çareseriya Sûriyeyê danî

Dîmen

DIYAR EHMO – AZAD SIFO

QAMIŞLO – Ji rayedarên Meclîsa Federaliya Demokratîk Foza Yûsif got ku wan dest bi danîna nexşeriya çareseriyê ya aloziya Sûriyeyê kiriye û ji hemû aliyên cîhanê xwest ku werin Bakûrê Sûriyeyê û mînaka çareseriyê bi xwe bibînin.FOZA -YOUSIF (3)

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Federaiya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê Foza Yûsif li ser sendoqên hilbijartinan dema ku li Dibistana Îbrahîm Henano ya bajarê Qamişloyê dengê xwe bi kar anî, ji ANHA’yê re axivî.

Foza Yûsif ev roja “dîrokî” li tevahiya gelên Bakûrê Sûriyeyê pîroz kir û girîngiya qonaxa duyemîn a hilbijartinan destnîşan kir.

Rayedara Meclîsa Federal bal kişand ku ji bo danîna çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re gelek civîn û kongreyên li ser asta navnetewî têne lidarxistin û di heman demê de ew hilbijartinan pêk tînin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Demokratîk got ku gelê sûriyeyê di vê aloziyê de gelek qurbanî daye û ji mafê wî ye ku bi awayekî demokratîk rêveberiya xwe hilbijêre û pirsgirêkên xwe çareser bike.FOZA -YOUSIF (2)

Foza Yûsif diyar kir ku wan li Bakûrê Sûriyeyê dest bi danîn nexşeriya çareseriyê ya ji bo aloziya Sûriyeyê kiriye û bang li hemû dewletên cîhanê kir ku berê xwe bidin Bakûrê Sûriyeyê da ku bibînin bê çawa ev rêveberiya heyî dikare ji bo Sûriyeyê bibe mînaka çareseriyê.

Foza li axaftina xwe ev tişt zêde kir “Hêvî dikin ku hilbiljartin serkeftî û bi erênî bi encam bibin. Em bi vîna xwe nûnerên xwe hildibêjêrin. Em baş bawer dikin ku ev gav wê were pêşxistin. Em bi gel ji bo gel kar dikin.”

Foza di dawiyê de ji hemû gelên Bakûrê Sûriyeyê hêvî kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û got “Em bi vîna xwe ya azad pêşeroja xwe saz bikin û di hemû aliyan xizmeta xwe bikin.”

(he)

ANHA