Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif: pêşketinên 2017’an dê bandorê li salên pêş bike

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku aloziya Rojhilata Navîn ne di navbera eniya Sunnî û eniya Şîayî de ye, lê belê aloziya berjewendiyan e û hemû dixwazin hegomoniya xwe di bin nav û têgînên cûda de ferz bikin. Foza piştrast kir di sala 2018’an de şer û alozî bi dawî nabin û ev alozî dê di bin nav û rêveberiya hêzên cûda de bêne domandin.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê di derbarê pêşketinên li qada Rojhilata Navîn û bi taybet li her çar parçeyên Kurdistanê rûdane de hevpeyvînek bi Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif re pêk anî.

Hevpeyvîna bi Foza Yûsif re wiha ye:

* Hûn rewşa Rojhilata Navîn di sala 2017’an de çawa dinirxînin?

Di sala 2017’an de li ser asta Rojhilata Navîn gelek pêşketin pêk hatin û dê bandorê li salên pêş bikin. Di sedsala 20’emîn de sîstema netewdewlet hate avakirin û rengê xwe li Îraqê wergirt û di salên dawî de jî ev sîstem îflas bû û di encamê de mijar tevlîhev bûn û rewşeke bêaramî, pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî pêk hat û nerazîbûnek li ba hemû gelên herêmê afirand. Her wiha di encama siyasetên şaş ên sîstemên desthilatdar de şoreş derketin û gelên herêmê rabûn serhildanan, lê ji ber ku evan şoreş ne birêxistinkirî bûn û sîstemên ku piştî wan hatin avakirin siyaseteke şaş didan meşandin û di encamê de pisgirêk nehatin çareserkirin û alozî hêjî berdewam e. Mînaka herî ber biçav a vê yekê buyerên ku niha li Yemen, Lîbiya, Misr, Siûdiyê, Lubnan, Sûriye û Tirkiyeyê rû didin. Sedema sereke ya van aloziyan ew e ku pirsgirêk bi awayekî bingehîn nehatin çareserkirin û siyasetên şaş ji aliyê van sîstemên desthilatdar ve dihatin meşandin.

Ji ber vê yekê em dikarin bêjin di sala 2017’an de alozî hate domandin û şer dijwartir bûn, her wiha gelek hêz di bin navên cûda de derketin. Li seraserî cîhanê gelek buyer rûdan lê navenda van buyeran û aloziyan Rojhilata Navîn bû û bi taybet Sûriye û Tirkiyeyê ku gelek komên terorîst afirandin ên weke çeteyên DAIŞ’ê ku hewl dida dewleteke Îslamî li Îraq û Sûriyeyê li gorî pîvanên xwe ava bike. Lê hemû pilan hatin têkşikandin û bi taybet piştî rizgarkirina Reqa û Mûsilê ku baregeh û navenda van çeteyan bûn, rizgarkirina van bajaran jî buyerên herî girîng di sala 2017’an de bûn.

* Hûn rewşa Bakurê Kurdistanê çawa dinirxînin û rola Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de çi ye?

Dewleta Tirkiyeyê ji bo têkçûna xwe ya hundirîn veşêre destwerdana siyasî û leşkerî di hemû dewletên cûran de dike û rola wê di buyerên Rojhilata Navîn de kambax bû, lê ev siyaseta ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê meşandin bi taybet di Sûriyeyê de têk çû. Tirkiyeyê dixwest beşdarî hemleya Rizgarkirina Reqayê bibe û hewl da destwerdana leşkerî li Başîqa ya Îraqê bibe, lê hemû pilanên wê rastî nerazîbûn û têkçûnê hatin. Dibe ku were gotin destwerdana Tirkiyeyê gelekî tengijî bû, nemaze ji ber ku ji aliyê hêzên Gerîla ve li bajarê Bakurê Kurdistanê rastî berxwedaneke leheng hat. Di encamê de dewleta Tirk saleke tengijî derbas kir, ji ber ku dîktatoriyet û gendeliya ku ji aliyê hikûmeta Erdogan ve dihat meşandin gihîşt asta herî jor. Ev yek rû bi rû mayîna dewleta Tirkiyeyê li hemberî gelek aloziyan e. Her wiha komên terorîst ku dewleta Tirkiyeyê alîkariya wan dikirin nikaribûn pilanên wê pêk bînin, ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê rasterast destwerdana herêmê kir û di encamê de bi hêza xwe ya taybet derbasî Idlibê bû û niha hewl dide xwe wekî serkeftî nîşan bide. Ev yek piştrast dike ku dewleta Tirkiyeyê li hemberî gelek aloziyan rû bi rû maye.

Tê gumankirin ku hesab ji hikûmeta AKP’ê û Erdogan were xwestin û bêne cezakirin, ji ber destdirêjiyên wan û hewldana wan a veşartina dosyeyên gendeliyê, her wiha li dijî hêzên demokratîk hemle dane meşandin ku dê bibûna çareseriya aloziyên taloqkirî û hewldan îradeya wan bişkînin, yek ji van hêzan Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ye, lê bi riya referandûmê diyar bû ku ev hêzeke demokratîk e û xwedî çareseriya tekane ye û dê karibe bingehên demokrasiyê û azadiyê biçespîne, tevî hemû hewldanên hikûmeta AKP’ê û siyasetên wê yên tunekirinê ku didin meşandin.

* Hûn geşedanên li Îraqê yên salekê çawa dinirxînin û di nava wan de rizgarkirina herêmên Îraqê ji destên DAIŞ’ê û referandûma Başûrê Kurdistanê ku di encamê de herêmê derbasî aloziyeke nû û mezintir bûye?

Li Îraqê rola Pêşmergeyan di şikandina hêza çeteyên DAIŞ’ê de ber bi çav bû, lê siyasetên ne demokratîk ku di hundirê Îraqê de hatine meşandin, hişt ku alozî derbikevin û bû sedema êrîşa li dijî Kerkûkê û dijberiya hikûmeta Îraqê ji encamên referandûma Başûrê Kurdistanê re ku ne di dema xwe ya siyasî û aborî de pêk hatibû. Di va buyerên dawî de ku li Başûrê Kurdistanê rû dane û serhildanên li dijî gelek partiyên siyasî diyar dibe ku divê rayedarên desthilatdariya Îraq û Başûrê Kurdistanê xwe bispêrin sîstemeke demokratîk û mafdariyan bi awayekî demokratîk belav bikin.

* Gelo helwesta Îranê ji van aloziyên Rojhilata Navîn çi ye?

Rola Îranê di van aloziyan de eşkere û bingehîn bû, nemaze ji ber destwerdana wê di karûbarên gelek dewletan de weke Îraq, Sûriye û Yemenê di aliyê siyasî û leşkerî de û siyaseta xwe ya kilasîk li derve û li dewletên cîran da meşandin da ku metirsiya xwe ya hundirîn derbixe nava dewletên Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê aloziya Yemenê, ne aloziyeke welatiyên Yemenê ye, lê belê aloziyeke Îranê ye û Îran bi riya vê aloziyê hewl dide gelek hesabên xwe li derve zelal bike. Her wiha destwerdana wê ya di Sûriyeyê de jî ne destwerdana biloka Şîayî ye, lê belê destwerdaneke berjewendiyên Îranê ye, vê yekê jî xemgînî li ba gelek aliyan çêbibe û ev yek di rewşa Lubnanê de diyar dibe dema ku El-Herîrî serdana Siûdiyê kir û li wir îstîfaya xwe pêşkêş kir, da ku bandorê li Hizbullah û bi riya wê li Îranê bike û bi awayekî zelaltir dibe ku were gotin hewldana sînordarbûna serweriya Îranê li herêmê ye. Di encamê de dibe ku were gotin ku hin hewldanên gelek aliyan ên hêzên navnetewî û herêmî hene da ku serweriya Îranê li herêmê sînordar bikin.

Daxwaza Îranê ew e ku aloziyên Rojhilata Navîn bêne domandin, ji ber ku eger evan alozî bi dawî bibin çavên cîhanê ber bi hundirê Îranê ve diçin. Îranê dikaribû ku hin çareseriyan bi taybet li Sûriyeyê peyda bike, lê ev yek nekir û berûvajî wê mijar girêkoktir kir.

Li gel vê yekê, dewleta Tirkiyeyê hewlda alîkariya îslama nerm an eniya Sunniyan bike, yan dibe ku were gotin ev rola wê ji aliyê sîstemên navnetewî ve hatibû pêşniyarkirin, lê Tirkiye di pêşengtiya vê rolê de têk çû, nemaze ji ber ku alîkariya selefiyan dikir, lê Siûdiyê jî di van demên dawî de ji ber gefxwarinên Emerîka helwesta xwe û siyasetên xwe yên li herêmê guhertin. Siûdiyê niha hewl dide xwe weke bingeha çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîşan bide. Hêjayî gotinê ye aloziya li Rojhilata Navîn ne aloziyeke di navbera eniya Sunnî û eniya Şîayî de ye, lê belê aloziya berjewendiyan e û hemû dixwazin hegomoniya xwe di bin nav û têgînên cûda de ferz bikin. Lê tevî hemû nîşandeyên di sala 2017’an de derketine, diyar dibe ku şerê bi wekaletê dê bi dawî bibe û şerê di navbera dewletan de derbikeve, ango evan dewlet dê rasterast li dijî hevûdu şer bikin, weke dewleta Tirkiyeyê û Îranê.

Di sala 2018’an de şer û alozî bi dawî nabin û evan alozî dê di bin nav û rêveberiya hêzên cûda de bêne domandin.

Rêjîma Sûriyeyê li gelek herêman pêşve çû. Di sala 2017’an de aloziya Sûriyeyê û şerê heyî hate domandin, her wiha gelek civînên Cenêv, Riyad û Astanayê girêkok bûn û ti dermanek ji aloziya Sûriyeyê re peyda nekirin.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê bi riya alîkariya Îran û Rûsyayê karibû serweriya xwe li ser gelek deverên Dêrazor û Bokemalê ferz bike û hewl da moralên xwe bilind bike û nîşan bide ku wê ev çalakî pêk aniye û hêza DAIŞ’ê li wê herêmê şikandiye.

Dibe ku were gotin rêjîma Sûriyeyê ji mijara herêmên kêmpevçûn ên li başûr û rojavayê Sûriyeyê ku biryara wê di Astana de hatibû girtin sûd wergiretibe û dibe ku were gotin ku pilaneke Rûsyayê ya serkeftî ye. Bi saya vê pilanê rêjîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsya û Îranê karibû li Dêrazorê û Bokemalê pêşve biçe, ji ber ku biryara herêmên kêmpevçûn hişt ku tabûrên çekdar ji pevçûnan dûr bikevin û Tirkiyeyê jî dest ji wan berda da ku hin hevpeymanan bi rêjîmê û Rûsyayê re îmze bike û destwerdana xwe ya di Lîbyayê de rewa bike. Her wiha di encamê de evan tabûrên ku xwe weke opozîsyon bi nav dikin rastî derbeyên giran ên siyasî û leşkerî werin.

Dibe ku were gotin, opozîsyon rastî derbeyên giran ên siyasî û leşkerî hatiye, ev jî ji ber ku xwespart ajandeyên derve û bawerî bi Erdogan kirin ku ti carî dest ji wan bernade, piştî konferansa Riyadê opozîsyona Sûriyeyê derbasî qonaxa hejmaratina serberjêr bû.

Di van 8 konferansên Cenêvê de diyar bû ku rêjîma Sûriyeyê heta niha ne amade ye danûstandinê bike û beşdarî maseya diyalogê bibe, ji ber ku hêjî bawer dike ku kilîtên çareseriya aloziya Sûriyeyê tenê di destên wê de ne û bawer dike ku hêza wê têrê dike ku şerê terorê bike, her wiha hewl dide sûd ji demê werbigire.

* Di derbarê rewşa li Bakurê Sûriyeyê de çi heye?

Li Bakurê Sûriyeyê guhertinên dîrokî pêk hatin û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet di aliyê siyasî de gavên ciddî ber bi federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve avêtin. Qanûna hilbijartinan û hemû biryarên ku ji aliyê pêkhateyan ve hatine wergirtin hatin pêk anîn û qonaxên yekemîn û duyemîn ên sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pêk hatin û sîstema bingehîn a rêveberî û aborî û parastinê jî hate diyarkirin.

Li gel van pêşketinan rizgarkirina bajarê Reqayê, bajarê Tebqayê û gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê di aliyê leşkerî de serkeftinên girîng bûn û encamên wê ne tenê li Bakurê Sûriyeyê lê belê li giştî Sûriyeyê erênî bûn.

Dibe ku were gotin, herêmên Bakurê Sûriyeyê di aliyê avakirina sîstemeke demokratîk û pêşxistina leşkerî û tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de herêma herî zêde hêvîdar e. Ji ber ku pêşketinên li Bakurê Sûriyeyê pêk hatine pêşketinên şoreşgerî ne û berûvajî herêmên din ên Sûriyeyê ne ku hêjî nikarin çareseriyeke bingehîn ji aloziyan re peyda bikin û xwe dispêrin çareseriyên demkî

Gelê Sûriyeyê serî hilda û şer kir û xwîna xwe feda kiriye, ne ji bo sîstema navendî were vegerandin ku têde mafên hemû pêkhateyan tên binpêkirin, lê belê ji bo jiyaneke azad û demokratîk bû.

Di van 6 salên aloziya Sûriyeyê de ku têde xwîna welatiyên Sûriyeyê hate rijandin, herêmên Bakurê Sûriyeyê rêveberiya xwe avakirin û netewa demokratîk weke rêgez ji xwe re bingeh girtin. Bi taybet di aliyê civakî de ku hemû pêkhateyan nas dike û sîstema wê ya siyasî xwe dispêre demokrasiyê û hilbijartinan, siyaseta azad ku azadiya jinan esas digire. Ji ber van hemû berdestiyan hişt ku gelên herêmê paşerojeke ronahî ji Bakurê Sûriyeyê re hêvî bikin.

Lê ev nayê wateya ku metirsî tune ne, ev yek di gefxwarinên dewleta Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê de, her wiha daxuyaniyên rêjîma Sûriyeyê, diyar dibe ku hin hêz hene hêjî xwe dispêrin yek netew, yek al û yek ziman û hemû pêkhateyên din înkar dikin, bê guman evan hêz dê dijberiya projeya netewa demokratîk bikin, ji ber ku naxwazin Sûriye veguhere dewleteke demokratîk û dixwazin zihniyeta xwe ya desthilatdar a sedsala 20’emîn berdewam bikin.

Lê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, gelên Sûriyeyê rastî nas kirine, êdî baş dizanin ku şerê mezhebî ne di berjewendiya wan de ye, ji ber vê yekê me li Bakurê Sûriyeyê xeta sêyemîn û berjewendiya hemû pêkhateyan pejirand, me siyasetek da meşandin da ku guhertineke bingehîn di sîstemê de pêk were, ji ber vê yekê sîstema ku li Bakur Sûriyeyê tê meşandinê dê bandorê li giştî paşeroja Sûriyeyê bike.

* Gotina we ya dawî ji gelê Sûriyeyê re bi boneya sersala nû çi ye?

Sala 2018’an dê bibe sala avakirina sîstema federaliya demokratîk, her wiha dê bibe sala têkoşînê, divê em objektîf nêzî mijaran bibin û qebûl bikin ku dê bibe sala têkoşîn û avakirinê di heman demê de. Ji ber ku em rastî gefxwarinan tên û divê em ji bo bersiva van gefxwarinan bidin amade bin, her wiha divê em sîstema xwe ya parastinê xurt bikin da ku destkeftiyên gel bêne parastin.

(jh)

ANHA