Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif: Pêwîste partiyên siyasî di hilbijartinan de xwedî rol bin

EFRÎN – Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif daxwaz ji partiyên siyasî kir ku gel derbarê rewşa hilbijartinan û girîngiya wê de hişyar bikin.

Foza Yûsif bi boneya nîqaşkirina rewşa siyasî û hilbijartinên federaliyê, li navenda Desteya Aborî û Bazirganiyê ya Kantona Efrînê bi partiyên siyasî yên Kantonê re civiya.

Di civînê de endamên partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (Yekîtî), Partiya Demokratîk Kurdî ya Sûrî, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Partiya Pêşverû a Kurdî Sûrî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka Desteya Rêveber a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif derbarê geşedanên siyasî yên dawî li Sûriyê, şerê di navbera hêzan û nakokiyên hin aliyan li ser pişta gel nirxandin kir.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk wiha dewam kir: “Ev proje hemû pêkhateyên bê cudatî di nava xwe de dihewîne, em dikarin rihê biratiyên careke din vejînin, lewma girînge ku gelên Bakurê Sûriyê beşdarî vê projeyê bibin.”

Derbarê hilbijartinên hevserokên komînan di 22 îlonê de Foza diyar kir ku pêwîste partiyên siyasî ji gel re civînan çêbikin û girîngiya beşdarbûna û dengdanê raber bikin.

Di dawiya civînê de partiyên siyasî destekdayîna xwe ji projeya federaliyê re dûbare kirin û tekez kirin ku ew dê misyona li ser milê wan bicih bînin.

(nse)

ANHA