Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif: Pêwîste Sochi ne wekî Cenevre û Astana be

Dîmen

MUID SELÛM – GULISDTAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ – Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, diyar kir ku eger kongreya Sochi ji bo doza Sûriyeyê behsa çareseriyeke bingehîn neke dê weke kongreyên din ên ne serkeftî, be.

Foza Yûsif di çarçoveya civîna ji bo şirovekirina hilbijartinan a li gundê El-Qisêr ê girêdayî Kantona Girê Spî de ji ANHA’yê re ev nirxandinên xwe anî ziman.

Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Hemû kongre û civînên li ser esasê çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatine lidarxistin, tu projeyên ku xizmetî gelê Sûriyeyê û dozên bingehîn bike, pêşkêş nekirin. Ji ber vê sedemê, tevî ku ev 7 sal derbas bûne jî hê alozî berdewam e.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de behsa sedemên çasernebûna aloziyê kir û wiha got: “Sedem ew e ku wan civînan tu projeyên xizmetî dozên bingehîn û sereke li Sûriyeyê bikin, pêşkêş nekirin. Lê belê hertim behsa veguhertineke siyasî bi riya guhertina kesayetên di rejîmê de dikin. Çareserî, guhertina sîstema niha li Sûriyeyê bi sîstemeke nû ye. Sîstemek ku pir rengiyê qebûl bike û bi Netewa Demokratîk bawer be.”

Foza bal kişand ser civana duh li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hatiye lidarxistin kir û got “Îtilafa Sûriyeyê bi yek carî ji rewş û tiştê li Sûriyeyê heye, dûr bûye.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê da zanîn ku çareserî di vîna gelê Sûriyeyê de ye û wiha domand: “Yê biryara çareseriyê bide gel e, ne ew kongreyên li derve tên lidarxistin. Partiyên siyasî yên Sûriyeyê di riya hilbijartinên Federaliya Demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê têne lidarxistin, roleke sereke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dilîzin. Di riya van hilbijartinan de gel ji cîhanê re îsbat dike ku ew dikare dozên xwe bike çareser bike û biryara çarenûsa xwe bide.”

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman:”Eger kongreya Sochi behsa çareserkirineke bingehîn li Sûriyeyê neke, behsa hemû dozên Sûriyeyê neke û çareseriyê jê re peyda neke, dê weke kongreyên din ên Cenevre û Astana be. Wê tu çareserî û encam jê dernekevin. Em hêvî dikin kongreya Sochi ne berdewamiya Cenevre û Astana be, lê çareseriyan ji aloziya Sûriyeyê re bide.”

(rr/he)

ANHA