Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Foza Yûsif: Tu stratejiyeke çareseriya aloziyê nîne

BEYRÛT – Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif da zanîn ku piştî ku aloziya Sûriyê ewqas demdirêj bû, tu îrade û stratejiyeke çareseriyê ya aliyên ku bi aloziyê re mijûl dibin re, nîne û wiha got: ″Eger xwesteke wan e çareseriyê heba, wê destek bidana Hêzên Demokratîk ên Bakurê Sûriyê.″BEYRUT-FOZA-YUSIF ‫(38470146)‬ ‫‬

Şandeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, Endama Desteyê Nimet Axa, Endamê Desteya Rêveber a Partiya Suryanî Macid Bihê, li navenda Partiya Yekîtiya Suryanî ya li paytexta Lubananê Beyrûtê bi beşdariya bi dehan Kurd, Ereb, Suryan û Asûr civînek lidar xistin.

Seroka Partiya Yekîtiya Suryanî Ibrahîm Murad bixêrhatina şandeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê kir û li ser girîngiya Federaliya Demokratîk, axivî.BEYRUT-FOZA-YUSIF ‫(1)‬ ‫‬

Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif rewşa Sûriyê (taybet Bakurê Sûriyê) nirxand û da zanîn ku aloziya herêmê çavkaniya xwe ji dewletên dîktator ên ku hemû rengên civakê qebûl nakin, digire.

Foza anî ziman ku  piştî ku aloziya Sûriyê ewqas demdirêj bû, tu îrade û stratejiyeke çareseriyê li gel aliyên ku bi aloziyê re mijûl dibin re, nîne û wiha got: ″Eger xwesteke wan a çareseriyê heba, dê destek bidana Hêzên Demokratîk ên Bakurê Sûriyê.″

Foza di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hevpeymana civakî ya ku pêkhateBEYRUT-FOZA-YUSIF ‫(38470145)‬ ‫‬yên Bakurê Sûriyê hunand, misogeriya avakiria sîstemeke Federal û parastina mafên hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ye. Foza wiha pê de çû: ″Federaliya Demokratîk, misogeriya çareserkirina hemû alozî û dozên Rojhilata Navîne.″

Foza her wiha got ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi destekdayîna koalisyona navneteweyî, ber bi Reqqayê ve pêşve diçin û serkeftinên mezin bidest dixin.

Foza derbarê dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve jî, wiha got: ″Tirkiyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef û bi avakirina dîwarê şermê li ser sînorê Bakurê Sûriyê, hemû zogonên navneteweyî binpê kirin.″

Foza di dawiya axaftina xwe de, bang li ciwanên Bakurê Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe û axa xwe biparêzin.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Suryanî Macid Bihê anî ziman ku gelê Suryan li herêmê xwedî dîrokeke kevnare wiha domand: ″Gelê Suryan li gel gelên Kurd û Ereb doza maf û nasnameya xwe dike û ji bo azadî û hebûna xwe têdikoşe.″

Her wiha Endama Desteyê Nimet Axa jî destnîşan kir ku îdîayên Tirkiyê û alîgirên wê derbarê pêkanînên  li hember  pêkhateya Ereb li herêmên Bakurê Sûriyê, dûrî rastiyê ne û wiha got: ″Ji sedî 75 ji hêzên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, şervanên Ereb in.″

(mm)

ANHA